Ligel rewşa hewayî ya nebaş nobeta berxwedanê didome

14:06

 


JINHA


RIHA - Welatiyên li sînorê Pirsûsê yê Rihayê nobeta berxwedanê didomînin ligel barana bi hêz dibere jî sînor terk nekirin û çalakiya xwe berdewam kirin.

Li sînorê Kobanê û Pirsûsê 3 roj in bi hêz baran dibare û ligel vê yekê çalakvanên li sînor çalakiya xwe ya nobetê terk nekirin. Welatiyên li gundên Mehser û Miseynterê di nobeta berxwedanê de ne ligel baranê qada nobetê terk nekirin. Welatiyan agir hilkirin û naylon li ser xwe girtin û xwe ji baranê parastin.

'Qeşa jî bigire em naçin'

Piştî baranê û rewşa hewayî ya nebaş li Kobanê dengê çekan kêm tê. Welatiyê bi navê Mehmed Huyeyîn bang li hemû kesî kir ku tevlî çalakiya nobetê bibin kir û wiha got: "Em dest ji kobaniyê xwe bernadin. Baran jî bi bare û qeşa jî bigire em li sînor naçin." Welatiyan li gundê Miseynterê Muzeya Arîn Mîrkan û Pirtûkxaneya Kader Ortakaya ji bo ji baranê biparêzin bi brandayan pêçandin.

(zt)