YPG/YPJ'ê 2 balafirên bêmirov ên keşfê yên çeteyên DAIŞ'ê xistin

16:11

 


JINHA


KOBANÊ - Şervanên YPG/YPJ'ê du balafirên bêmirov ên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo keşfê dihatin bikaranîn, xistin xwarê.


Şervanên YPG/YPJ'ê di dema pevçûnên li başûrrojhilatê Kobanê de, 2 balafirên bêmirov ên keşfê yên çeteyên DAIŞ'ê xistin xwarê. Hat ragihandin ku her du balafirên bêmirov ên çeteyan ên ji bo hawan û çekên giran keşfa koordînatan dikirin, ji aliyê YPG/YPJ'yiyan ve hatin dîtin û hatin xistin. Ji YPG'yiyên du balafirên keşfê yên bi marka DJI Phantom 2 Vision xistin Kahraman Reqqa anî ziman, ku çeteyên DAIŞ'ê bi van balafiran bi taybetî cihên sîvîl lê dijîn keşif dikin û li gorî daneyên peyda kirin, hawanan diavêjin van herêman.


Balafirên keşfê yên ji çar perwaneyan û bi qasî ku werin hilgirtin mezin in, xwedî kapasîteyeke xurt a kamerayan bûn.


(zt)