Cêwiyên bi navê Kobanê û Şengal hatin dinyayê
09:43
JINHA
RIHA - Navê Kobanê û Şengalê êdî wek bajaran tên naskirin, bi berxwedana şervanên YPG-YPJ'ê êdî wek dibin navê bebikan jî navê zarokan dixemilîn e. Dayika bi navê Leyla Mislim (30) ji ber êrîşên çeteyên hovanê welatê xwe terk kir û ew û du zarokên xwe berên dan Stenbolê. Leyla ev 4 meh bi hesreta axa xwe li welatê biyanî dijîn. Leyla 2 meh berê li Stenbolê du cêwî anî dinyayê û navên kurên xwe yekî Kobanê, yên din jî Şengal danîn.
Navê Kobanê 4 meh berê wek navekî di rêzê de dehat naskirin. Dema ji 15'ê îlonê de bi êrîşê çeteyên DAIŞ'ê de bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê ji welatên xwe koçber bûn. Piştî êrîşên çeteyên hovanê şervanên YPG-YPJ'ê berxwedanek bêhempa û destanî Kantona Kobanê parastin û nehiştin Kobanê têkeve destên çeteyan. Piştî vê berxwedana dîrokî navê Kobanê li dinyayê bû mijara sereke û navê xwe li dîrokê de bi herfên zêrîn nivîsandin. Ne tenê Kobanê, berxwedana Şengalê jî berxwedanek mezin nîşan da û her diçe ber ve rizgariyê diçe. Navê Kobanê û Şengalê ne tenê wek bajaran tên naskirin, êdî wek navê bebikan jî navê zarokan dixemilîn e û navê Kobanê û Şengalê di nav jiyana xwe yî rojane her dem bi kar tînin. Dayika bi navê Leyla Mislim (30) ji ber êrîşên çeteyên hovane welatê xwe terk kir û ew û du zarokên xwe berê xwe dan Stenbolê. Leyla ev 4 mehe bi hesreta axa xwe li welatê biyanî dijîn û 4 roj berê ji Stenbolê hate Pirsûsê. Leyla 2 meh berê li Stenbolê du cêwî anî dinyayê. Leyla navê kurên xwe yekî Kobanê, yên din jî Şengal lê danîn.
'Navên Kobanê û Şengal navên berxwedanê ye'
Piştî Leyla û 4 zarokên xwe ji Stenbolê hatin Pirsûsê û amadekariya derbasbûna welatê xwe Kobanê dike. Leyla diyar kir ku mirov ne li ser axa xwe be tu carî azad nabe û wiha axivî: "Berî zarokên min çêbibin min biryar dabû, keç be kur be jî ez ê van navan li wan bikim. Xwedê cêwî dan min û min jî navên yên sembola berxwdena Kobanê û Şengalê li wan kir. Ez bawerim zarokên min jî wek navên xwe dê berxwedêr bin û layiqî van navên xwe yê pîroz bin û tu carî bindest nabin. Min got hey em dûrî welatê xwe ketin, bila navê zarokên min "
'Navê zarokên min ez bawerim dê bibe sedema rizgariya Kobanê û Şengalê'
Dayika Leyla anî ziman ku bi operasyonên paqijkirina şervanên YPG-YPJ'ê pir kêfxweşin û bi hêvî ne û rojek berî rojekê biçin ser axa xwe. Leyla bi lêv kir ku ew dixwaz e Kobanê û Şengal li welatê xwe mezin bike û wiha got: "Ez ji Stenbolê ji bo derbasî welatê xwe yê pîroz bibim hatim. Navê zarokên min ez bawerim dê bibe sedema rizgariya Kobanê û Şengalê û li navê xwe werin û wek şervanên YPG-YPJ'ê berxwedêr bin. Ji bo Kobaniya me azad bibe, hewce bike ez ê jî ba çar zarokên xwe biçim nav çeperê û ji bo axa xwe rizgar bikim têbikoşim. Ev çeteyên hovanê bê sedem êrîşî me kirin. Ev yeka ji wan re namîn e. Em heyfa xwe ji wan nestîn e jî, dê kurê min mabe Kobanê û Şengal dê bistîne."
(kom/zt)

