Bila welatê me hebe bila em li kerbalayê bin

10:02

 


JINHA


RIHA - Piştî êrîşa çeteyên faşîştên DAIŞ’ê bi sed hezaran welatiyên Kobanê koç bûn û li bakurê Kurdistanê hatin bicihkirin. Dayika Edûlê got ku zarokên wê di nava şervanên YPG/YPJ’ê de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin û li benda rizgarkirina Kobanê ye.

Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê welatiyên Kobanê di nava şert û mercên zehmet de derbasî bakurê Kurdistanê bûn. Her welatiyekî çîrokek wan ê cuda heye. Dayika Edûlê Gavan jî kurê xwe di nava berxwedana Kobanê hiştiye û her tim li benda rizgarkirina Kobanê ye. Dayika Edûlê wiha çîroka xwe vedibêje: “Jiyana me bi giştî zilm û zorê derbas bû. Kalê min mir, kurê min 7 salî bû min mezin kir lê em bûne hedefa balafiran; em talan bûn, em wêran bûn, em koçber bûn. Meheke reş bû, rojekî tarî bû di mehan 9’an de em koçber bûn. Talan li ser me de hat, hêza me ya di nava me de hindik bû. Gelê me reviya lê gelê me nereviyaba bênamûsên çeteyên DAIŞ’ê nikariba destê xwe nêzî me kiriba.”

‘Dîlana xwe dê li ser kaşê Miştenûrê bigrin’

Dayika Edûlê da zanîn ku her tim ew ê di nava Kobanê de li ber xwe bidin û nahêlin ku Kobanê bikeve. Dayika Edûlê bal kişand ser nêzikatiya çeteyên DAIŞ’ê û wiha axivî: “ Bê namûsên çeteyan, zarokên me dibin serjê dikin mîna sewalan. Zarokên me li hemberî vê zilmê xwedî li welatê xwe derdikevin û li ber xwe didin. Bi navê xwe dê bi navê xwe dê newroza xwe em ê bi şehîdên xwe ve dîlana xwe dê li ser kaşê Miştenûrê bigrin. Bi navê xwe de em ji axa zêdetir tiştekî naxwazin.”

'Em ê ala xwe bilind bikin'

Dayika Edûlê diyar kir ku koçberbûna xwe , talanbûna xwe , şehîdên xwe ji bîr nakin û axaftina xwe wiha domand: "Em ê bi hezaran şehîdan li şûna wan rakin, navê wan lêkin û ala xwe bilind bikin. Xaka me ya Kobanê rind bû û serê sibê digotin ku werin şehîdên xwe rakin. Em diçûn mala gel em xemgîn dibûn. Me ji şukir ji bo xwedê dikir ku şehîdên xwe me li ser xaka xwe spartin axê.”

‘Serê şervanên me bila saxbe’

Dayika Edûlê got ku di meha reş de wan bi zarokên xwe re di nava malê de tv temaşe dikir û çeteyan gule û top li ser wan bardine û her der kirin xerabe. Dayika Edûlê li hemberî êrîşên çeteyan berxwedana Kobanê wiha anî ziman: “YPG/YPJ xwişk û biran e û di nava xaka Kobanê de berxwedanê dikin. Em li vir in, bedena me li vir e lê ruhê me li Kobanê bi wan re di nava berxwedanê de ye. Bila serê wan şervanan saxbe em ê di nava heriya Tirkiyeyê de jî bijîn. Bila dijmin di nava axa me de cîraniyê neke em razî ne ku li ser welatê xwe koçber bibin.”

Ji bo alîkaran spasî

Dayîka Adûlê ji bo alîkariya gelê kurdên bakurê Kurdistanê spasiyên xwe peşkeş dikir û wiha got: “Xwedê ji hemû kesên ji alikariya me dikir razî be. Ji bo me gelek bûne alîkar. Zarên me bi cil û berg kirin, bi sol kirin. Her wiha bes bila YPJ/YPG saxbe em çi tiştekî naxwazîn. Ez qurbana wan bim. Êvarê heya sibe di meşin na razên heya sere sibê.”

‘Kobanê bihuşt bû’

Dayika Edûlê dema ku êrîş li ser Kobanê nehatî kirin, Kobanê wiha di anî ziman: “ Her roj bomba û gule dibarin li ser bajarên me û bajarê me kirin şeva reş li ser serê Kerbala. Em xwedî xaka pak bûn. Em 4 salan di nava şer de bûn lê partiyê bajarê me kire bajar, ava me anî, ceyrana me anî, cih û warên me çêkir û bajarê me kir bihuşt û hemû kurdan li rojavayê Kurdistanê dihatin Kobanê. Lê wan bênamûs hatin ketin di nava bajarê bihuştê û warê me talan kirin.”

‘Em ji ber xelaskirina namûsa xwe reviyan’

Dema ku faşîstên DAIŞ’ê êrîş li ser Kobanê kir dayika Edûlê anî ziman ku nedixwest ku ji Kobanê derkive û wiha bi lêv kir: “ Em ne direviyan lê piştî me Şengal li berçavan dît, em ji ber xelaskirina namûsa xwe reviyan. Zarên me jî tê da ne li berxwe didin. Mirov welatekî bistîne mirov dê xwînê jî birijîne, wê birçî jî bimîne û her wiha dê xweşiya wê jî bibîne. Bila welatê me hebe bila em li Kerbalayê bin, bila em li ser kaşê Miştenurê di nava mar û mişkan de rakevim.”

‘12 şehîden wan hene û 7 jî di nava refên gerîlayan de ne’

Wekî gelek welatiyên Kobanê dayika Edûlê jî gelek bedel dane. Dayika Edûlê malbata xwe ya berxwedêr wiha anî ziman: “2 zarokên min hene yek ev 3 sale di nava refên YPG/YPJ’ê de şer dike, birayek min niha birîndar e, keça birayê min niha winda ye niha tu agahiya me pê tune ye. Kurê min ê din li Kurdistanê bû niha li gêrê ye. Di nava malbata me de 12 şehîd hene û 7 jî di nava refên gerîlayan de ne. Şehîdek me beriya 25 salan çêbû û di destpêka şoreşê heta îro em di nava partiyê de ne. Em nikarin xwe veşêrin û çi bedel divê jî em ê bidin. Lawê kurê min li cem min e û sêwiyê û min got ger ez xwedî li sêwiyê xwe derketim ez ê li kurê xwe jî xwedî derbikevim wellehî ji ber van nebûya niha ez li Kobanê bûma.”

‘Ez ji Kobanê zor derxistim’

Derketina xwe ya Kobanê dayika Edûlê wiha vedibêje: “Birayên min destên min girtin û ez ji Kobanê derxistim. Min got dijmin min perçe perçe bike jî ez ji Kobanê narim lê ez bi zorî derxistim. Wellehî dema ku ez ji Kobanê hatim kiras li ser min hebû lê ez niha nikarim wî kirasî li xwe bikim ji ber ku bandorek pir mezin li ser min dike û ez nikarim razêm û şev û roj xewa nake çavên min. Em ligel şervanên xwe di axivîn û dibejin rewşa me niha başe lê dibêjin ku bang li keç û xortên kurdan bikin ku cihên me standin bila tijî bikin.”

‘Hemû ciwan bila bibin mêvanên YPJ’YPG’ê’

Dayika Edûlê got ku demekê pir nêz de ew ê vegere Kobanê û bang li hemû ciwanan Kobanê kir ku bila tevlî refên YPJ/YPG’ê bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Dema ku hevalan ji me re got vegerin ez ê li pêşiya hemû kesî vegerim. Her kolanek Kobanê, her heriya wê bi xwîna şehîdên me hatiye avdayîn. Kobanê cihê egîdan e, cihê mêrxwasan e, Kobanê keleha berxwedanê ye. Ez bang li hemû keç û xortên gelê kurd yên bi şeref û bi namûs dikim ku Kobanê ya ketiye di nava şeva tarî de li wan şervanan bibin mêvan û li gel wan li hemberî çeteyan şer bikin. Kobanê li ser piyan e û Kobanê li benda we ye. Ez li vir bang li Salih Muslim jî dikim ku bila wekî teyrekî bibeze û Kobanê hembez bike. Ez hezar silavan li şervanên YPJ/YPG’ê dikim û çavan wan maçî dikim û bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim.” 

(kom/zt)