Ji girtiyên Girtîgeha Boluyê ji berxwedêrên sînor re name
10:13
JINHA
RIHA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê bi nameya ji welatiyên gundê Miseynterê re şandin avakirina Muzeya Arîn Mîrxan û Pirtûkxaneya Kader Ortakaya gelek bi qîmet dîtin û berxwedêrên li sînor silav kirin.
Welatiyên li gundê Miseynterê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê li sînor gund nobeta berxwedanê digirin û welatiyên gund bi hev re Muzeya Arîn Mîrxan û Pirtûkxaneya Kader Ortakaya vekirin. Piştgirî û eleqeya li hemberî her du saziyan her diçe zêde dibe. Li ser navê welatiyê Arnavut Rifat Horoz ê ku ji roja berxwedanê ya yekemîn heya niha li sînor e û pêşengiya avakirina muze û pirtûkxaneyê kir ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê name hate şandin. Girtiyan di nameyê de berxwedan û biryarbûna li gund silav kirin.
Girtiyê bi navê Nafî Bal ê ku ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê name şandî û salên borî bi Rifat re li Girtîgeha Gebzeyê bi hev re mayîn wiha got: "Dostekî kevin bi salên borî careke din bi hestên samîmî û zînde dîtin em gelek keyfxweş kirin." Nafi di nameya xwe de got berxwedan û têkoşîna li sînor gelek bi nirx û qîmet e û têkildarî muze û pirtûkxaneya hatî vekirin de jî wiha got: "Çalakiya we ya li sînor a bê navber ji bo demokrasî û aştiyê gelek bi nirx û qîmet e." Nafi di nameya xwe de li got hemû hevalên wî yên girtîgehê berxwedana wan a li sînor silav dikin.
(zt)

