Her hefte êrîşê li konbajarê kobaniyan dikin
10:17
JINHA
RIHA - Konbajarê şeşemîn ê ji bo welatiyên Kobanê hatî vedan di bin zextên leşkeran de ye. Ji berpirsiyarê konbjar Fîdan Kanlibaş diyar kir ku leşker bi wesayîtên zirxî hefteyê careke bi ser konbajar de digire û wiha got: "Li şûna piştgiriyê li ser kobaniyan dixwazin tirs û xofê pêk bînin."
Wargeha şeşemîn a ji bo Kobaniyên hatine Pirsûsê hat avakirin, rastî êrîşa leşkeran tê. Ji berpirsyarên wargehê Fîdan Kanlibaş anî ziman ku ev serdegirtina leşkeran a bi maşînên zirxî û çekan, Kobaniyî gelek tirsandiye, psîkolojiya wan xera kiriye û got, "Ev malbatên ji wergeha AFAD'ê hatin vir. Lewma bila dewlet bes AFAD'ê nîşan bide, heke piştgiriyê nekin bila astengiyan jî dernexin."
Piştî wargehên Kobanê, Rojava, Arîn Mîrxan, Kader Ortakaya û Paramaz Kizilbaş ên ji bo Kobaniyan li Pirsûsê hatin avakirin, li gundê Kulunçeyê tê xwestin ku wargeha şeşemîn bê avakirin, lê rastî astengiya dewletê tê. Li wargeha hezar 200 kon hene û xwedî kapasîteya ji 8 hezar kesan e. Wargeh ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatiye çêkirin, lê dewlet destûrê nadê. Dewleta ku destûrê nade ji Kobaniyan dixwaze derbasî kampa AFAD'ê ya ku hêj xilasnebûyî bibin. Wargeha li gundê Kulunçeyê hewl dide Kobaniyê ji komkujiya DAIŞ'ê reviyane mêvan bike. Lê li aliyê din leşkerên tirk bi wesayîtên zirxî bi ser wargehê de digire û xwestin Kobaniyan li wargehê dimînin derbikevin û derbasî wergeha AFAD'ê bibin.
'8 hezar kes dikarin lê bimînin'
Fîdan Kanlibaş a ji Îzmîrê ji bo piştgiriya Kobaniyan hatî û li wargeha li Kulunçê dixebite wiha got, "Zêdeyî sed roj in li vir im. Ev meheke me ev wargeh çêkirin. Ev deh roj in jî mirov tên vê derê." Fîdan anî ziman ku 190 malbat lê bicih dibin û hînê jî tên û got, "Wargehek ji hezar konî ye. 8 hezar kes wê bên, her roj jî tên. Niha me pirsgirêka 400 konan çareser kirin û çar sed malbat wê bên. Pirsgirêka elektrîk û avê heye. Em hewl didin van çareser bikin."
'Pêvîst bi konên tendûrîstiyê hene'
Fîdan anî ziman ku hewa sar bûye, lewma pêwîstiya wan bi sobeyan heye û ji bo tenduristî û aktîvîteyên civakî divê konteyner û kon werin avakirin. Fîdan da zanîn ku ji ber kamp dûrî navçeyê ye divê doktor her tim li wergehê hebin û wiha aixvî: "Divê konên qada çand û konên mezin ên tenduristiyê werin vedan. Pirsgêka betanî heye. Divê kêmasiyên paç û mamayê zarokan bê çareserkirin."
'Pêvîstî bi xebatkarên dildar heye'
Fîdan bilêv kir ku ew hemû xebatên xwe bi dilxwazî dimeşînin lewma divê her kes bi dildarî bixebitin û wiha pê de çû: "Min îro taştê belav kir, lê belê bi tenê zeytûn hebû. Min nekarî tiştên din belav bikim. Divê zarok baş werin xwedîkirin. Heke dê nexweşî derdikevin holê. Bi kurtasî pêwîstiya mirovan rojane bi çi hebe, pêwîstiya vê derê jî bi wan heye."
'Bi çekê li ber zarok disekinîn'
Fîdan destnîşan kir ku dewlet li şûna alîkariyê zextê dike û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Heftê carekê bi ser wergehê de digirin. Ekîbek ji Walîtiyê hat. Gotin ew ji AFAD'ê hatine. Pirsîn ku çiqas malbat dimînin, çima AFAD'ê tercîh nakin. Wekî din berî 5 rojan 8-9 panzer hatin. Leşkerên bi çek ketin nava wargehê û bi çekên xwe li cem zarokan sekinîn. Zarok gelekî ji wan tirsiyan. Piştî ku ew çûn, me hewl dan psîkolojiya zarokan sererast bikin. Li şûna destekdayînê, dixwazin Kobaniyan bitirsînin."
'Konên xwe vedan'
Fîdan anî ziman ku malbatên niha li wargehê dimînin malbatên ji kampa AFAD'ê hatine qewirandin yan jî reviyane û yên naxwazin ji kampên AFAD'ê bimînin in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Malbat bi derfetên xwe tên. Ji ber xwe tên. Ji xwe piraniya malbatên alîkariya vedana konan dikin, malbatên Kobaniyî yên ji AFAD'ê reviyane û hatine. Yên ji AFAD'ê derketin, bi xwe konên xwe vedidin. Niha rewşa wan baş e û dibêjin baş bû em hatin."
(zt)

