'Ji bo şerê mirovahiyê li vir im’

10:24

 


JINHA


RIHA  – Welatiyê bi navê Abdurrahman Ayhan ê li gundê Mehserê li konê ku ji aliyê Hewldana 78’an ve hatiye danîn de 2 meh in nobeta berxwedanê didomîne diyar kir ku ji bo piştgiriyê bide şerê mirovahiyê hatiye û wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê yên ku derbên giran dixwin hê jî bi çekên giran ve dikevin bajar. Ji ku derê tên, ji sînor tên em nizanin? Em ji bo sînor bişopînin û piştgiriyê bidin berxwedanê li vir in.”

Welatiyên ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê berxwedana hêzên YPG û YPJ’ê û berxwedana welatiyên li sînor jî didome. Gelek rêxistinên demokratîk ji bo piştgiriyê bidin çalakiya nobetê tên sînor. Endamên Hewldana 78’an jî li gundê Mehserê bi konê ku vedane ve piştgiriyê didin berxwedanê. Endamên hewldanê, li konê xwe wêneyên pêşengên PKK’ê, pêşengên nifşê 68’an û şoreşgerên li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê jiyana xwe ji dest dane daliqandine û her roj serê sibehê tevli zincîra mirovan û tevli jiyana komunal a li gund tê pêşxistin dibin. 

Abdurrahman Ayhan ê endamê hewldanê ye û ji roja ku kon hatiye vedan heta niha nobetê digire diyar kir ku ew bi pêwîstiya ruhê berxwedanê ya Şengal û Kobanê ji bo piştgiriyê bide şerê mirovahiyê hatiye xeta sînor. Abdurrahman anî ziman ku endamên hewldanê bi dorê nobetê digirin û ji ber paşaroja xwe ruhê berxwedanê bi wan re heye û wiha got: “Me wêneyên pêşengên xwe, wêneyên hevalên xwe li konê xwe daliqand. Em helw didin ruhê wan li vî konî bidin jiyîn.” Abdurrahman anî ziman ku ew li xeta sînor dibin şahidê şerê mirovahiyê û piştgiriyê didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha çeteyên ADIŞ’ê têk çûne. Lê hê jî bi çekên giran ve tên bajar. Ji kû tên, ji sînor tên em nizanin. Em ji bo sînor bişopînin û piştgiriyê bidin li vir in.”

‘Em bi çalakiya zincîra mirovan ve dengê xwe digihînin Kobanê’

Abdurrahman got ku bi gundên berxwedanê atmosfereke cuda heye û deme ji Kobanê dengê çekan tê dilê hemû kesan dişewite. Abdurrahman derbirî ku ew serê sibehê bi çalakiya zincîra mirovan ve dengê xwe digihînin Kobanê. Abdurrahman nirxandina “Şervanên Kobanê dizanin ku ew ne tenê ne” kir. Abdurrahman destnîşan kir ku li xesa sînor piştevaniyeke bi mînak heye û jig elek deverên Tirkiye û qada navneteweyî de gelek kes ji bo piştgiriyê tên lê ev ne bes e. Abdurrahman bang li derûdorên edmokrat ên Tirkiyeyê kir û xwest ku ji bo pişgitirê bên xeta sînor û wiha berdewam kir: “Bi axaftinê nabe. Divê bibin şahidê tiştên diqewimin. Hêza li xeta sînor bandorê li Kobanê dike. Ji ber vê yekê jî hatina sînor peywireke mirovahiyê ye.”

Abdurrahman diyar kir ku dema di salên 70’an li Zanîngeha Enqereyê xwendekar bûye hevalekî wî yê şoreşger yê bi navê Fevzî Aslansoy ji aliyê faşîstan ve hatiye qetilkirin û cara yekem ji bo cenazeyê Aslansoy di 1976’an de hatiye Pirsûsê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ruhê wî û ruhê Kobanê li vir û yek. Bi min re hişmendiya mezin a berpirsyariyê pêş ket.”

(zt)