Ji Dayîka Elif bo hevalê xwe yê heman rêyê name
11:17
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Koma Aştiyê Lutfu Taş yê k udi sala 2009’an de li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî Tirkiyê, 5 salan di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de mayî û di girtîgehê de jiyana xwe ji destdaya. Hevala Lutfu ya rê Elif Uludag ya k udi girtîgehê de tê girtin girêdayî wendakirina hevalê xwe nameyek nivisiye. Elif bi van gotinan dest bi nameya xwe kiriye “Hevalê min yê rê şervanê aştiyê” û wiha gotiye: “Me soz dabû hevalên xwe yên me bi cîh hêlayî. Emê derfetên vegera we ya li cîh û warên we amadebikin. Me dê bi hev re dîlana aştiyê bigirtana. Nebû can hevalên min nebû…”
Endamê Koma Aştiyê Lutfu Taş yê k udi sala 2009’an de li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatîbû Tirkiyê. Lê di sala 2010’an de bi hincetên “Endamtiya rêxistinê” doz lê hat vekirin û li gel komek hevalên xwe ket girtîgehê. Lutfu 5 salan li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtî ma. Di 31’ê Kanûna sala 2014’an de bi derbaskirina qeyaran dil jiyana xwe jidest da. Hevala Lutfu ya Elif Uludag ya k udi Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê de tê girtin girêdayî wendakirina hevalê xwe nameyek nivisiye. Nameya ku Elif ji bo JINHA yê şandibû hestên xwe yên ji bo wendakirina hevalên xwe û xemgîniyên xwe nivisiye.
Nameya Elif şandi wihaye;
“Erê ez cardin ji bo bîranîna hevalek xwe dinivîsim. Em her dem ji bo zindîgirtina hevalên xwe yên bêwext dikevin ser rêya bêdawîtiyê bidin jiyan kirin dinivîsin. Ev deyînek yê meye. Em ji bo ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin dinivîsin. Heval Hewar ez qet ne difikirîm niha dor hatiye te divê ji bo te binivîsim. Weke duh li ber çavê mine hatina me ya deriyê sînor. Hîna ew coş û kelecan li ber çavê meye. Hevalê min yê xweşik mane em ji bo aştiyê hatibûn, enwisa… Me soz dabû hevalên xwe yên me li peyî xwe hêlayî. Emê derfetên vegera we çêkin û ji bo aştiyê bixebitin. Emê bi hev re coş û kelecana vegerê jiyan bikin. Me dê bi hev re dîlana azadiyê girtibana. Lê nebû can hevalên min nebû. Lê yên ji aştiyê ditirsin bil ez ketin nava gera girtina aştiyê. Hevalê minê dil bedew divê wiha nebûya…
‘Mane me ji bo aştiyê hatibûn û em peyamnerê aştiyê bûn’
Yên ku tênagihin aştî hêviya gelan ya herî mezine, yên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine dibin sedema ku mirov bedelên herî mezin ji bo aştiyê bidin. Ji bere w ji zimanê aştiyê nizanin û tênagihin. Dema em hatin gotinên wiha qirêj bikar di anîn. Tu gotin nema ji bom e negotin. Nêzîkatiyên di dîrokê de mînakên wan neyî kirin. Hikumeta wê demê ser kar AKP weke ku xebarê wan ji tuştekê neyî û ew ne din ava wê hevpeyîmanê debûn nêzîkatiyên wiha nîşan dan. Serokwezîrê wê demê Erdogan jî ji tehdîdên weke ‘Bila biçin li malên xwe runin, yan jî emê ji serî de despêbikin” kêmnema. Ma ne em peyamnêr bûn, ji bo aştî bê axa ku em ser hatine dinê em hatin. Emê çobana Enqerê û me dê talebên partiya xwe bi wan re par bikirana. Lê mixabin derfetên em ji Amedê û wê de biçin nedan me.
‘Yên ku aştî girtin di êşdayîna dilê me de berdewam dikin’
Her der wiha tevlî hev kirin yên li dijî ramana aştiyê sor dikirin. Ji xwe pir ser de neçu em girtin û avêtin girtîgehê. Di derbarê me de bi dehan doz vekirin. Di îdianameya ji bom e amade kirî de hemû axaftinên me yên ji bo aştiyê weke suc nîşan dabûn. Bi wî awayî T.C ê em sucdar dikirin. Ev hemû weke bes nebûn hevalê minê Hewar di demek bê wexet de di karwanê bêdawiyê de windabû… Yên wê demê bi awayê ‘emê vegerin serî û ji wê despêbikin’ hîna şewitandina dilê me berdewam dikin. Em avêtin girtîgehê têr nekir vê carê jî canê me digire. Hişmendiya dawî li polîtîkaya xwe ya kuştinê nayîne, weke rê li pêşiya mirina hevalê me Endamê Koma Aştiyê ya sala 2000’an Îsmet Baycan vekirî, niha jî li ser belgeyên îmzayên wedakirina te hatin nivîsîn.
‘Em sozê didin te emê tekoşîna we berdewam bikin’
Heval Hewar em sozê didin te heya ku em aştiya ku ew pir jê ditirsin mayînde nekin emê tekoşîna xwe berdewam bikin. Emê heta dawiyê ew rêya aştiyê ya ku em bi hev re ketinê berdewam bikin. Heval te hemû jiyana xwe da tekoşînê. Wiha bêdeng çuna te dilê mirovan dişewitîne. Baş bizane dê şêşa wendakirina te bilindkirina tekoşîna mebe û emê te her dem di tekoşîna xwe de bidin jiyan kirin. Weke te şerkerek yê şatiyê vegotin qet jî hêsan nîne. Hevalek weke te jiyana xwe dayî tekoşîna azadiyê hewce dike her roj bi rupelan nivîs ser binivîse. Ya min tenê min xwest weke xatirxwestinekê binivîsim. Di girtîgehê de bi vî awayî bêyî ku gotina xwe ya dawiyê bêje çuyîn bi rastî em êşandin. Ez di xala gotin diqedideme… Bi xatirê te şerkerê aştiyê. Bi xatirê te…
Hevala te ya heman rêyê ji Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê Elif Uludag…”
(zt)

