'Kobanê eniya mînak a li hemberî pergala kapîtalîst hatiye vekirine'

11:38

 


JINHA


RIHA - Endamê Koordînasyona Têkoşîna Dij-Kapîtalîst Sebastîan Esteaomo Paseodos ji Meksîkayê hate sînor û tevlî nobeta berxwedanê bû û wiha got: "Di roja me de cihê herî baş li hemberî desthilatdar û pergalê têkoşînê dide Kobanê ye. Kobanê di bingeha xwe de ji hemû cihanê re mînak e." 

Berxwedana Kobanê bi tevlibûna şoreşger, sosyalîst û anarşîstên enternasyonalîst yên ji cihên cuda yên cîhanê didome. Çalakiyên nobetê yên li sînor berdewam dikin û heyetek ji Meksîkayê jî ji bo piştgiriya Kobanê hatin gundê Mehserê. Sabastîan Esteamo Paseodos ku di çarçoveya Koordînasyoan Têkoşer a Dij-Kapîtalîst a Meksîkayê têkoşînê dimeşîne diyar kir ku beriya Kobanê PKK bihistibû wiha got: “B têkoşîna Kobanê re min YPG û YPJ nas kir. Tişta ez kişandim vir rêxistinbûn û şoreşa li Kobanê bû. Ji bo ez vir bibînim û piştgiriyê bidim têkoşînê hatim vir."

'Ji bo me hiyeraşiya yatay a desthilatdarê tune dike girîng e'

Sabastîan anî ziman ku bi şoreşa Rojava re xîzmên modela Kobanê hatin avêtin û ji bo wan hiyerasşiya yatay a desthilatdariyê tune dike gelek girîng e û wiha axivî: "Modela li Kobanê hatiye avêtin hiyerarşiya ku desthilatdariyê tune dike ye. Ji bo me girîng û binirxe. Gel di rêveberî û jiyan xwe de biryara xwe didin, rêxistina meclisên gel girînge. Di nava vê modelê de bweriyên cuda jî hene ev jî gele girînge."

Berxwedana weke Kobanê desthilatdariyê tune dike

Sabastîan da zanîn ku hemû gel yekser tevli pêvajoyên biryarê dibin û bi pergalê re têdikoşe û wiha pê de çû: “Di roja me ya îro de Kobanê mînak herî baş ya li dijî detshilatdariyê têdikoşe ye. Kobanê ji bo hemû cîhanê mînake. Berxwedana li Kobanê tê meşandin li hemberî xwîna li Rojhilata Navîn tê rêjandin geveke gelek girîng e. Pergal bi xwînê bi rêve diçe. Ji bo ev pergal hilweşe divê di cîhanê de têkoşînek mezin pêk bê. Yanî hewcehî bi têkoşîneke mezin heye. Di vê nokteyê de Kobanê ji bo aştî pêk bê gaveke gelek girîng e. Ji ber ku berxwedana gelan e. Lê tenê bi Kobanê rewşeke derbas bibe nîn e. Divê hemû desthilatdarên cîhanê weke Kobanê ber xwe bidin û vê modelê belav bikin dê desthilatdariyê tune dikin."

Li Kobanê berxwedaneke dîrokî heye

Sabastîan wiha axaftina xwe berdewma kir: “Em niha gelek nêzî şervanan in.. Ev hestek cuda dide min. Li eyaleta Guerrero a Meksîkayê di meha îlonê de 43 xwendekar hatin qetilkirin. Li Meksîksayê niha ev tê protestokirin. Li cihên cuda yên cîhanê jî çalakiyên protestoyî heyen. Li Kobanê berxwedana dîrokî heye. Pirsgirêka sereke, divê kesên ber xwe didin bi heman rihê tureke mezin a têkoşînê pêk bînin e."

'Têkoşîna tevgera kurd û EZL wek hev e'

Ji Koordînasyonê Leonardo A jî got ji bo Kobanê ji nêz ve nas bike hatiye sînor û got: “Me der barê têkoşîna di 1936’an de li Spanyayê dihat dayîn de nivîs dixwest em gelek bi kelecan bûn. Niha jî Kobanê kelecanê dide me. Ji ber ku li wir şoreş tê jiyîn. Kobanê ji bo her kesî girînge. Têkoşîn Azadiya Kurd û Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîsta a ji gelê herêmî yê Meksîkayê pêk tê dişibin hev. Tiştên me li vir jiyan emê binivîsin. Çi ji destê me bê emê bikin.”


(zt)