Li Pirsûsê silava 116'emîn

11:41

 


JINHA


RIHA - Sedan welatiyên li gundên Mehser û Miseynterê nobeta berxwedanê digirin berxwedana dîrokî ya Kobanê ya 116 rojin berdewam dike silav kirin.

Berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ya li Kobanê di roja 116'an de berdewam dike. Operasyonên paqijiyê yên li Kobanê berdewam dikin û ligel vê yekê nobeta berxwedanê ya li gundên Mehser û Miseynterê jî berdewam dikin. Sedan welatiyên li gund di nobetan de hatin cem hev û zincîra mirovan pêk anîn û berxwedana Kobanê silav kirin. Welatiyan bi nîşaneyên serkeftinê sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin û ji bo YPG û YPJ'ê dirûşm hatin berzkirin.

(zt)