DOKH’ê banga tevlîbûna çalakiyên 9’ê Çile kir

13:16

 


JINHA


AMED - DOKH’ê bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê ku sê jinên şoreşger ên Kurd hatin qetilkirin daxuyaniyek da û bang li hemû jinan kirin ku tevlî çalakiyê bibin.


Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) bi boneya salvegera qirkirina Parisê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Sibê 2’emîn salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz û du hevalên wê ye. Sakîne Cansiz di şert û mercên herî zehmet de pêşnegî kiriye û li cihê ku hêvî tinebû  hêvî afirandiye, di şert û mercên ku bê derfet dihatin dîtin de derfet tesmîl kiriye, berxwedana Kurd û jinan girtiye ser xwe û ji bo her kesî bûye nûnera baweriyê."


Berxwedêra azadiya jinê û pêşeng bû’


Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Sakîne Cansiz wek jin, şoreşger û berxwedêrekê li her cihê ku lê maye; li bê edaletî, zilam û qirkirin heba serî li dijî cîhana mêr netewandiye û bûye stêrka sor a şoreşger û jinan e. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Sakîne ji bo kesên ew nedîtine efsaneyeke dijî, ji bo kesên ku ew nas kirine jî hevalek dilnizm bû. Sakîne li her cihê maye di her xebat û li her welatî di dilê mirovan de cihê xwe girtiye, berxwedêra azadiya jinê û pêşeng bû.”


‘Ev êrîş li dijî azadiya jinê pêk hatiye’


DOKH’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku di şexsê hevalên hatin qetilkirin de  pêşengî û xeta azadiyê ya jinê ya Têkoşîna Azadiya Kurd hedef hatiye girtin û wiha berdewam kir: “Ev êrîş li dijî azadiya jinê pêk hatiye. Bêguman ev komploya li dijî her sê hevalên me lîstika herî bi xwîn a celadên navneteweyî ye.”


‘Emê her qadê bikin Sara, Fîdan û Leyla’


Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku “’Bila her der bibe Sara, her der bibe Leyla û her der bibe Fîdan’ û her wiha komkujî û komplo carek din hat lanetkirin û hat gotin ku ji bo kujer bên dîtin divê çalakî bên pêşxistin.”


(zt)