‘Hûn nobetê bi çekan digirin’
13:21
JINHA
RIHA – Leşkerên ku hatin gundên Mehser û Miseynter ên ku nobeta berxwedanê tê girtin pirsa “Hûn nobetê bi çekan digirin” ji welatiyan kirin û bi gotina “Înşelan cara din a ku em hetin vir, w eli vir nebînin” welatî tehdît kirin.
Leşkerên ku hatin gundê Mehser û Miseynter ên ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê nobeta berxwedanê digirin pirsên balkêş ji waletayin kirin. Leşkerên ku bi wesayîtên zirxî hatin gundê Miseynterê der barê pirtûkxaneya Kader Ortakaya, muzeya Arîn Mîrkan, projeyên jiyana azad û nobeta berxwedanê de hin pir ji welatiyan kirin. Leşkerên ku li gund lêkolîn kirin bi gotina “İnşealah cara din a ku em hatin vir, we li vir nebînin” kesên ku bi awayeke aktîf di xebatan de cih digirin tehdîd kirin.
Leşkerên ku piştre derbasî gundê Mehserê bûn li vir pirsa kesên ji devre hatine ji welatiyan kir. Hate hinbûn ku leşkeran pirsa “Hûn nobetê bi çekan digirin” ji welatiyan kirin.
Welatiyên ku li gundan nobetê digirin ev rewşa qewimî li hemberî nobeta berxwedanê ya ku tê girtin acizbûn û kirina hinceta êrîşekî şirove kirin.
(zt)

