KJK: Emê armancên qirkirinê valaderxînin

13:35

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê bang kir, ku bi şiyara "Me komkujiya Parîsê ji bîr nekir, em ê nedin ji bîrkirin" tevlîbûneke xurt li çalakiyan bê kirin.


Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Di salvegera duyemîn salvegera Komkujiya Parîsê de em pêşenga têkoşîna xwe ya azadiya jinê rêhevala Sara, rêhevalên xwe yên azadiyê Rojbîn û Ronahî bi mînetdarî, hezkirin û rûmetdarî bibîr tînin, vê komkujiya bi namerdî hatiye kirin, lanet dikin."


Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Komkujiya Parîsê ku wê ti carî ji bîra me dernekeve, li gel armancên xwe yên rojane û siyasî, beriya her tiştî êrîşeke îdeolojîk e. Bi komkujiya Parîsê re mesaj hat dayîn ku têkoşîna di navbera modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst wê di têkoşîna azadiya jinê de bê dayîn û li ser vê bingehê were meşandin. Ji ber ku jiyana azad di kesayetî û pêşengiya jinên Kurd de şênber bûye, di kesayetiya her sê rêhevalên me yên mîlîtan de, êrîş li hemberî tevgera azadiyê ya jinê hat kirin. Rêhevala Sara, nasnameya şênber a dîroka bi heybet a têkoşîna azadiyê ya jinan a çil salan bû. Hêzên serdest û faşîst gelekî tirsiyan; ji ber ku ev nasname bi xurtî belav dibe û vediguhere nasnameyeke civakî. Bi van tirs û hesabên iqrêj, sê milîtanên jinêna zad rêhevalên me Sara, Rojbîn û Ronahî qetil kirine."


'Berxwedana Arîn Mîrxan bersivbû'


KJK'ê ragihand ku li gel hedefgirtina tevgera azadiya jinê, bi komkujiya Parîsê re pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêş xist hedef hatiye girtin û got, "Rêber Apo ev êrîş weke komkujiya duyemîn a Dêrsimê pênase kir û li ser bingeha pûçkirina armanca komkujiyê, pêvajo kûrtir kir, ji bo pêşvebirina pêvajoyê ket nava hewldanên berfireh. Jinên Kurd ên herî zêde hat xwestin bên bêdengkirin, bi hişmendî, ruh û biryardariyeke mezin a têkoşînê, bi helwesta mezinkirina têkoşîna azadiyê re meşiyan. Tevgera Azadiya Jinê, şoreşa jinê ya bi Rojava re destpê kir, bi têkoşîna belavkirina vê şoreşê li Rojhilata Navîn û cîhanê re, bersiva herî mezin daye vê komkujiyê û bersivê dide. Bi helwesta hesabpirsîna ji komkujiyê re, bi sed hezaran mirov bûn Sara, Rojbîn û Ronahî. Jinan bi hişmendî û hestiyariyeke kûr, armancên vê komkujiyê pûç kirin. Şehadeta sê milîtanên şoreşger ji xwe re kirin hişmendî, rêxistinbûyîn, cesaret û biryardarî. Bi berxwedana Şengal û Kobanê re bersiva herî rast û di cih de dan komkujiya Parîsê. Xebata berxwedana Arîn Mîrxan a li ser bingeha xeta azadiya Sarayan bi pêş ket, bersiva herî bi bandor a vê yekê ye. Rewşa piştî komkujiya Parîsê derket holê, pêngaveke mezin bi tevgera me ya azadiya jinê da avêtin, ku kujeran, komplokeran ti carî texmîna vê nedikirin."


'Emê li her qadê çalakiyan bilind bikin'


Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê bi van gotinan bi dawî bû: "Weke jinên ji bo pêşerojeke azad, jiyaneke azad û jina azad têdikoş in, me hesabê vê komkujiyê bi civakîkirina têkoşîna azadiya jinê pirsî, em ê bipirsin. Em ê berê êş û hêrsa xwe bidin hewldan û têkoşîna xwe ya ji bo azadkirina jiyanê û bi vî rengî armancên komkujiyê ronî bikin û pûç bikin. Bi sekna biryardar a pêkanîna vê yekê em ê biherikin qadan. Bi vê biryardariyê re di serî de jin, tevger û saziyên li Ewropayê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li Parîsê berxwedanê xurt bikin û careke din helwesta xwe ya pirsîna hesabê komkujiyê nîşan bidin. Di serî de li Dêrsim, Eblîstan û Mersînê divê hemû qadên me bi şiyara "Me komkujiya Parîsê ji bîr nekir em ê nedin ji bîr kirin" veguherin qadên têkoşînê. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya jin, ciwan, dost û gel-gelên xwe dikin ku ji bo hesabpirsînê bi xurtî beşdarî çalakiyan bibin."


(zt)