Cenazeyên şervanên YPG'ê Recep û Yusuf anîn Rihayê

15:57

 


JINHA


RIHA - Şervanên YPG'ê Recep Bîlen (Egît Amed) û Yûsûf Kiliç (Bahoz Amed) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wan anin Rihayê.


Şervanên YPG'ê Recep Bîlen (Egît Amed) û Yûsûf Kiliç (Bahoz Amed) şeva berê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Recep û Yusuf ji Deriyê Sînor ê Serxetê ji rêveberên Kantona Kobanê hat wergirtin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Piştî mûamelêyên wan cenazeyên Recep û Yusuf ji wir jî ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Welatiyan bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana YPJ'ê" û Bijî Serok Apo" ber bi Rihayê rêkirin. Piştî kar û barê otopsiyê cenazeyê Recep û Yusuf bên wergirtin û dê ber bi Amedê bên rê rêkirin.


Cenazeyên Recep û Yusuf dê sibe li Goristana Yenîkoyê werin definkirin.


(kom/zt)