Cenazeyê Şervana YPJ'ê Xwînda hat definkirin
16:38
JINHA
AMED - Cenazeyê Şervana YPJ'ê Gulsum Çam (Xwînda Amed) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Bismilê ya Amedê hate definkirin.
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Gulsum Çam (Xwînda Amed) a ku li Kobanê di şerê li dîjî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve duh ji Rihayê hate wergirtin û anîn Amedê. Cenaze serê sibê li Morga Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat wergirtin û anîn navçeya Bismîlê ya Amedê. Konvoya cenaze di ketina navçeyê de ji aliyê girseya di nav de hevşaredar, rêveberên DBP'ê yê bajar û navçeyê, MEYA-DER, DIYA-DER û hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Girseyê rê ji trafîkê girt û meş hate lidarxistin. Wesayîta cenaze jî bi meşê re çû û welatiyên derdorê jî bi dirûşme û tîlîliyan konvoya cenaze pêşwazî kir. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Fulsum û alên PKK'ê hatin hilgirtin. Konvoya cenaze li ketina gundê Sergewra ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Li vir darbesta Gulsum ji aliyê jinan ve ji wesayîtê hate wergirtin û ber bi mizgefta gund ve dest bi meşê kirin. Piştî vecîbeyên olî yên li mizgeftê cenazeyê Gulsum li goristana gund hat definkirin. Di merasîma cenaze de Nûnerê MEYA-DER'ê Muzaffer Sari axivî û diyar kir ku kurd li Rojhilata Navîn têkoşîna mirovahiyê didin û bang li hemû kesî kir ku bi kurdan re tevbigerin.
'Kurd ji bo tevahî mirovahiyê têkoşînê dike'
Hevseroka MEYA-DER'a Amedê Leyla Ayaz jî ser saxî li malbat û tevahiya kurdan da û soza girêdana têkoşînê da. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî diyar kir ku têkoşîna azadiyê li çar parçeyên Kurdistanê bûye yêkê. Alî anî ziman ku gelê kurd bi sedsalane berdêlan dide û wiha got: "Kurd li Rojhilata Navîn tenê têkoşîna ji bo kurdan nadin. Ji bo tevahiya mirovahiya cîhanê têkoşînê didin. Ji her destkeftiyekê re berdêleke heye. Gelê kurd ji bo azadiya xwe hemû cure berdêl dan û hêj jî didin.Gelê kurd teqez dest ji azadiya xwe bernadin."
Sersaxiyên ji bo Gulsum dê li gundê Sergewrê 3 rojan berdewam bike.
(zt)

