Civata Suryanî: Ya ku dîsa civakê bîne gel hev dê jin be!

11:53

 


Zehra DOGAN


MÊRDÎN - Suryanî di cîhana xiristiyanan de, wekî gelê ku li dêrê ji bo jinan yekem reform kiriye, tê nasîn.  Oldar û di heman demê de nivîskar û helbestkar Mor Afrem ku piştî reform kir û bang li jinan kir, wiha got: “Tu carî bi zilaman nedin jibîrkirin ku her tim, em bi saya Dayîka Meryem tên ba hev.  Dîsa dê jin me bîne cem hev. Ji ber vê jî, werin dêrê.”


Mêrdîn ji ber erdnîgariya xwe, di seranserê dîrokê de ji gelek qewm û civatên oldar re malovanî kirye. Li dora keleha  Mêrdînê, 7  baweriyên cuda, yên wekî misilman, ermen, katolîk, suryaniyên qedîm, suryaniyên katolîk, keldanî, şemsî û cihû, bi hev re jiyane û her wiha li gorî hewcedariyên civakê, bi hev re derbas kirine. Ji van civatan, suryaniyên qedîm, bi giştî di bin bandora şertên esasî yên Mêrdînê de mane. Suryanî, yekem civata ne misilman a Mêrdînê ne. Taybetiya wan a herî berbiçav, ev e.  Li cîhanê nifûsa wan, 20 milyon derbas kiriye. Li Mêrdînê ji bo ku Suryanî îbadeta xwe bikin, gelek dêr hene.  Yek ji van dêran jî, Dêra Kirklarê ye.  Zimanên ku mensubên dêrê bikar tînin, zimanê ku Îsa pê diaxivî, Suryankî yanê Aramî ye.  Ji ber ku di alî olê de girîng hatiye dîtin, şerab jî di nava suryaniyan de pêşve çûye. Di roja me de jî  tenê li Mîdyadê û Mêrdînê, ji bo mêvanên ku tên malê, şerab tê îkramkirin. Me Suryaniyên ku li Mêrdînê çanda xwe didomînin ziyaret kir.  Gelê Sûryanî bi nêzîkatiyeke pir germ em pêşwazî kirin.  Ji me re hemû xweşikayên çanda xwe, ji hunerê bigire heta olê, ji çêkirina şerabê heta rûmeta ku didin jinê, vegotin.  Nasra Çîllî ya 80 salî ku em li mala xwe kirin mêvan, got “Hûn bi xêr hatin mala me. We bereket anî mala me. Ji bo xweda merhametê li me bike û bereketê bîne mala me, ez bi neviya xwe re dua dikim.” Nasra, bi neviya xwe ya 8 salî Teodora re, beyta xwe ya xweşik û germ vegot.  Gera me ya der barê çanda Suryaniyan de, bi vê beyta xweş dest pê kir.


Ji bo ku çanda me wenda nebe, çi ji destê kê bê divê bike!


Nasra, destnîşan kir ku hunera ku bavê wê wekî mîrate ji wê re hiştiye, didomîne û ji bo ev huner bê jiyîn, çi ji destê wê tê dike. Çîllî da zanîn ku di çanda Suryaniyan de jiyana jinê bê şer û pevçûn, di nava aramiyê de didome. Nasra, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her roj ji bo îbadeta xwe bikim, diçim dêrê. Têkiliyên me bi cîranên me yên ji baweriyên cuda ne re, pir baş e. Em dixwazin ku em ol û çanda xwe, li ba hev bijîn. Ola me ji me re emir dike ku em baş bin. Têkiliyê me yên bi cîranên me re, ji berê de heye. Em bi çavê xizmên xwe li hev dinhêrin. Zû bi zû kes ji Mêrdînê bar nake. Navbera me û cîranên xwe, pir baş e. Em nabêjin çima misliman e, an jî xirîstiyan e.  Ji bo me, wicdan esase. Ew jî wisa dinhêrin. Nêrîna me ya olî, tu carî bandorê li ser cîrantiya me nake. “


Nasra ya ku li aliyekê pirsên me dibersivand û li aliyê din jî nexşan çêdikir, diyar kir ku ev kar ji bavê wê maye û wiha pê de çû: “Ev mîrateya bavê min ne ji min re maye. Em li van qumaşan, nexşên ku ola me û çanda me nişan dide, dinexşînin. Ev huner, bingeha Suryaniyan e. Min xebatên xwe li Tirkiyê da nasîn. Navendên Hunerê di vî alî de piştgirî dan min. Broşurên ku min çêkirine jî hene. Ji bo ev huner bidome, ez nîşanê neviya xwe Teodora jî didim. Çi ji destê min bê, ez dê bikim.” Nasra bangî neviya xwe kir û bi hev re beyta ‘Li me were rehmê, li me hemûyan were rehmê. Hêzê bide duaya me.  Xweda mezin e’  xwend.


Di çanda Suryaniyan de ya herî xweş, hurmeta li hemberî jinê ye!


Nermîn Çîllî jî diyar kir ku li dêrê ayînan dikin û çanda xwe didin jiyîn. Nermîn destnîşan kir ku li dêrê dersên olî dide zarokan û got ku suryankî nîşanê wan dide û duayan dikin. Nermîn wiha got: “Têkiliyê me bi cîranên me yên ji olên din re, gelek başe.  Tu carî em cudatiyê nakin navbera hev. Wekî ku em hemû ji olekê bin. Em hurmeteke mezin didin hev.”


Nermîn, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di çanda Suryaniyan de xirîstiyanî bi awayekî cuda li jinê dinhêre û wiha got: “Li dêrê her tim ji bo jinan maf tê dayîn. Jin zilam nayê cudakirin. Ev ne mijara gotinê ye. Tiştê herî xweş ê xirîstiyaniyê, rêzdariya li hemberî jinê ye. Zilamên suryanî, tu carê hêwiyê naynin. Ev di olê de qedexe ye. Her wiha dawetên me jî cuda ne. Em zilam û jin bi hev re govend digirin. Me hê nû daweta kurê min li Deyrulzaferan kir. Di dawetê de min xwarinên wekî pel, hûr û rovî, ecîn û herwekî din çêkirin. Em bi kevneşopiyên xwe ve girêdayî ne.  Em diçin dawetên cîranên xwe yên ji baweriyên cuda ne.  Em diyarî bi wan ve dikin. Di cejnan de em diçin malên hev. “


Nermîn, da zanîn ku şeraba suryaniyan jî yek ji nirxên herî mezin ên wan e û wiha got: “Di ola me de şareb pir girîng e. Mesîh Îsa her tim şerab çêtir didît. Ji ber vê yeke, ji bo me pîroze. Li dêrê îbadet bi şarebê tê kirin.“ Nermîn der barê çêkirina wê de jî wiha got: “Em tirî ji rezan berhev dikin û dieciqînin.  Sê rojan di teştan de  li ber tavê dimîne. Ev ji bo meyandinê ye. Ew bi xwe, bi rojan dikele. Em ava wê dikin kûpan. Em van kûpan jî, di depoyan de vedişêrin.”


‘Ez ji çîrokên suryaniyan yên ku pîra min vedibêje pir hez dikim’


Teodora ya 8 salî jî anî ziman ku ew herî zêde ji lîstikên şêr û perperîkê hez dike û wiha got: “Ez xwe vedişêrim, dibêjim şêr derveke. Ger ku min bibîne, dê min bixwe. Lê ew min nebîne û ez xêzê derbas bikim, ez qezenc dikim.” Teodora da zanîn ku ew ji çîrokên pîra wê vedibêje, hez dike û wiha got: “Çîrokên em bi giştî wekî çîrokên Pamuk Prenses û Sîndirelayê ne. Ez herî zêde ji Pamuk Prenses hez dikim.  Ez ji çîrokên suryaniyan jî hez dikim. Çîrokên wê hem dirêj in û hem jî xweş in. Min axafina suryankî li dêrê hîn kir.  Ez di koroya dêrê de me. Her roj duayan dikim.”


Teodora da zanîn ku ew bi hevalên xwe yên ji olên re diçe li kuçeyê dilîze û wiha got: “Em bi hev re diçin dibistanê. Em çîrokan ji hev re dibêjin. Em ji dayik û bavê min çêkirina şerabê hîn dikin. Pişte ez ji pîra xwe boyaxkirina qumaş hîn dikim. Ez pir ji vî karî hez dikim. Min niha çêkirina kevokê hîn kiriye.”


‘Di zewacê de kî niheq be tê cezakirin’


Metranê Dêra Kirklarê Gabrîel Akyuz, li dêrê bi rûkeniyeke û ji dil em pêşwazî kirin. Gabrîgel da zanîn ku di cîhana xiristiyanan de cara yekemîn li dêran ji aliyê Suryaniyan ve mafê jinan hatiye dayîn û wiha got:


“Di çanda Suryaniyan de, di navbera jin û zilam de cudahî tuneye. Bi hev re kar dikin. Mecbûr in ku du heftiyan carekê bên ayînê. Mînak hem jin û hem jî zilam vaftîz dibe. Her du alî jî tobe û îtîraf dikin. Her du alî jî neçar in qurbanê bidin, bizewicin û diyaposuyê bikin. Ligel vê, di dema merasîma mehrê de her du alî jî mecbur in ku li wir bin.  Di zewacê de  ligel zînayê, hevberdan jî qedexe ye. Zewaca duyemîn, qedexe ye. Ji ber ku yên dizewicin, dibin yek beden.  Di dema hevberdanê de ji bo niheq û ne niheq tespît bikin, bi herdu aliyan re jî diaxivin û niheq, tê cezakirin. Di cîhana xirîstiyaniyê de yekem car, suryaniyan reform kiriye. Bi vê reformê re, muzîk ket dêrê û ji aliyê jinan ve hate bawerkirin. Ligel vê, ev maf di cîhana xirîstiyaniya Ewropayê de heta sedsala 6’emîn qedexe bû, lê suryaniyan ev reform di sedsala çaremîn de kirin. Ev reform ji aliyê nivîskar û helbestvan Azîz (Mor) Afrem ve hatiye kirin. Mor Afrem bangî jinan dike û dibêje “Gelî jinan, werin dêrê û bi dengekî bilind bangî xweda bikin. Ger ku zilaman ev yek qebûl nekir û gotin ‘dayîkên me em ji meqamê me kirine’, qebûl bikin, lê ji wan re bêjin em jin her tim bi hevkariya Dayîka Meryem tên cem hev. Yê ku dîsa me bîne cem hev, jin e. Ji ber vê yekê jî, werin dêrê û berê xwe bidin wê.’ Ji ber vê yekê jî, wekî keşeyan li dêrê bibe rahîbeyê. Încîl wisa bangî me dike; divê mêr ji jinê hez bike û divê jin jî ewlehiyê bide mêr.  Du mirov dema dizewicin, dimirin. Kesê ku dizewice, divê bedena xwe ji bîr bike. Ji ber ku dikeve bendeke din. Dibe yek bedenek. Em bi vê bawer dikin.”


'Piştî ku dizewicî du beden dibin bedenek’


Gabrîel destnîşan kir Suryanî tu carî şer naxwazin û got ku sedema vê jî, qedexekirina şer a ji aliyê Încîlê ve ye. Gabrîel wiha pê de çû: “Suryanî tu carî li pey mal û pere naçe. Tu carî bi malê cîhanê re eleqedar nabin. Armanca me jiyanek bi aramî û rihet e. Em rûmetê didin têkiliyên cîrantiyê. Sedema vê, dîsa Încîl e. Ji ber ku di Încîlê de ayetek wisa derbas dibe; Bi hemû dilê xwe ji xweda, bi qasî xwe ji cîranê xwe hez bike.’ Kesê/a di bin van emran de, dê çawa xerabiyê bike? Em gelek girîngiyê didin huner û ilm. Ancax em bi vî awayî dikarin bipêşkevin. Ji sedsala 7’emîn heta niha me li vir 50 zanîngeh ava kirin. Me bi vî awayî suryanîtiyê kir netewî.  Em ol û ilm bi hev re dibin. Me li vê herêmê ilm bir lutkeyan.” Piştî vê sohbeta germ û xweş ya metran Gabrîel, xwendekarên biçûk yên dêrê, em heta ber derî birin..


Wêne - Kamera: Zehra DOGAN


(zd/hp/ht/xo)