Li Şengalê jinek şoreşgera enternayonalist

09:31

 


Rojin Deniz/JINHA


ŞENGAL – Şervana MLKP’ê Sibel Deniz ya k udi ‘Hamle azadiya Şengalê de’ cîh girtiye diyar kir ku ji bo gelê kurdê êzidiyê li Şengalê rastî qirkirinê hatî bê qeyîd nemîne ew beşdarî hamleyê bûne û got: “Ew eniya enternasyonalîst ya kul i Kobanê pêşketî dê li Şengalê jî pêşbikeve.”


Di çeperên berxwedanê yên li Şengal û Kobanê hemerî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin de eniyên şoreşgerên enternasyonalist hene. Di berxwedana Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de şoreşgerên MLKP’ê yên weke Sibel Bulut, Paramaz Kizlbaş û Serkan Tosun jiyan xwe ji dest dan. Di çeperên Şengalê ya ku weke kelha berxwedana mirovahiyê tê navkirin de jî ji bo ku gelê kurdê êzidi yê li wê rastî qirkirinê hatî bê qeyîd nemînin şoreşgeran di eniyên berxwedana Şengalê de cîh girtine.


‘Şengalê rengek enternasyonalîst girtiye’


Ji şoreşgerên enternasyonalîst yên di eniya Şengalê de şer dikin jî Şervana MLKP’ê Sibel Deniz ya din ava refên YPJ’ê de cîh girtiye. Sibel ya k udi bi awayek aktîf di “Hamleya azadiya Şengalê de” cîh girtiye wiha got: “Eniya berxwedanê ya sosyalistên enternasyonalist ya li Kobanê pêşketiye li Şengalê jî pêşdikeve. Jig elek deverên cîhanê jin hatine di çeperên berxwedana Kobanê de cîh girtine, paşê eniya berxwedana Şengalê jî rengek enternasyonalist girtiye.”


‘Qêrîna bi êş ya jinên êzidî banî min kir û ez ber bi vê eniyê ve kêşam’


Sibel da zanîn ku qêrînên jinên êzidi ji bo şoreşgerekê bê qeyîd namîne û wiha domand: “Ji bo bûyîna bersiva banga şer û şoreşa jinan ez li virim.” Sibel di meha tebaxê de êrîşên ser gelê êzidî û tayîbetî jî ser jinên êzidî revandina wan, tecawîz kirina wan û heya niha dîl girtina wan bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Jinên ji aliyê çeteyan ve hatine revandin hatine tecawîz kirin. Jinên êzidî ji aliyê hêzên tariyên emperyalîzmê yên bi navê çeteyan şerê qirêj berdewam dikin ve hatine revandin û qetilkirin. Wan hêzên tariyên nesîbê xwe ji mirovahiyê ne girtine gelê êzidî di qirkirinê re derbas kirin. Em jî şoreşgerên ji bo ronîkirina pêşeroja gelan şer dikinin. Tam jî vê şoreşê em ber bi Şengalê ve kêşan. Em jî hatin vêderê û bûn parçeyek ji şoreşê.”


Banga raperînê


Sibel li hemberî koletiya çete û hêzên emperyalîzmê ser jinan ferz dikin banga bilindkirina raperînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li hemberî koletî, tundî û tecawîza ser tevahî jinan tê kirin li vêderêne. Bi qasî êşa me bi jinên êzidî re hemane dê tekoşîna me jî hevparbe. Em li gel hevalên xwe şervanên YPJ’ê ji bo ronîkirina pêşeroja gelan û li darxistina şoreşa xwe em mil bi mil di çeperên berxwedanê de cîh digirin. Ji ber hêzên kaputalîzm û emperyalîzmê koletî, şidet û dunyayek tarî ser jinan disepîne. Hebûna me li vêderê banga li hemberî sepandina koletiyê ye.”


(zt)