Evîna dayika Zehra û apê Feyaz

09:57

 


JINHA


RIHA - Welatiyên Kobanê Zehra Îbobozê û Feyaz Ehmed yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe bi terikînin û li konbajaran bi cih bibin. Welatiyên Îbobezê, Zehra û apê Feyaz çîroka evîna bi 35 salan a der barê penaberbûnê de axivîn û diyar kirin ku wan evînek gelek mezin jiyane.

Welatiyên Kobanê Zehra Îbobozê û Feyaz Ehmed yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê naçarman cih û warê xwe bi terikînin û li konbajaran bi cih bibin. Her çiqas berxwedana Kobanê çîrokên lehengiyê bi xwe re afirandibe jî, çîroka her penaberekê ewqas bi wate û rengîne û mirov di nava çîrokan de matmayî dimîne. Dayika Zehra Îbobozê (65) û apê Feyaz Ehmed (81) jî ji wan penaberan e. Dayika Zehrê ji gundê berferîtê bi gotina wan Êlêcaxê ji dayik bûye. Di navbera wan de evîndariyek pir mezin hatiye jiyîn lê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê cihê ku wan evîna xwe tê de avakirî hatiye wêrankirin û her du bı hevre ketîne rêyên penaberiyê. Dema ku em di nava kombajaran de digeriyan dayika Zehra li me gazî kir em li kona wan bûne mêvan. Dema ku me dest bi axaftinê kir neviyên dayika Zehra ji me re gotin ku di navbera kal û dapîra wan de evînek gele mezin hatiye jiyîn. Me jî li ser gotinên neviyên wan me jî xwest dayika Zehra çîroka xwe bi me re parve bike.


‘Min ew di eciband wî jî ez di ecibandim’

Dayika Zehra got ku ew her du di nava gundekî de dijiyan dayik bûne û destpêkê apê Feyaz hestên xwe ji wêre parvekirîne. Dayika Zehra wiha got: “ Ehmed 3 salan ji min hez dikir. Her dem li pey min bû. Herî dawî hat ez ji malbata min xwest. Dema ku hat ji bo xwestinê ji malbata min re 2 torbeyên ceyî û erbaneyek ya bêrgî anî. Min ew di eciband wî jî ez di ecibandim. Ez ku diçûm herdem li derdora min digeriya. Piştî ku ew qas derdoramin geriya ez jî lê dildar bûm û min jî hez kir.” 

Ji ber evîna wî bavê Ehmed ew ji mal dexistiye

Dema ku dayika Zehra ev tişt di gotin apê Feyaz axaftinê diveqetîne û ev tişt anîn ziman: “ Na wê ez ne di ecibandim lê min ew pir di eciband.” Apê Ehmed jî çîroka xwe wiha destpêdike: “ Min pir jê hez dikir. Xwişka min hebû û min da ereban. Malbata Zehra ne dane min. Ez ji şopê ketim ku em bigihijîn hevdu. Ez rabûm min erbaneyek û du şimilke jî min xwe re anîn û min qelenê xwe da û bavê min şeltê min çêkir û ez derxistim. Ji ber ku min ji Zehra hez dikir ji me re got ku ez te na zewicînim.”

‘Ez wê demî gelek ciwan bûm’

Apê Feyaz got ku piştî ku bavê wî ji malê de derxist ew çûye cem apê xwe û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “Apê min li min xwedî derket. Tu pereyê min tunebû. Wê demê Ehmed Real El Îsa yê ku welatiyê erebê ji Raqqa yê ye 700 kaxiz dane min. Li gor wê demê pereyek mezin bû. Min Zehra bir, birazeyekê min û xwişka Zehra min bir em çûne cem emîr li Cerablusê. Min nan û 4 kîloyên goşt çêkir. Ez ciwan bûm û cil û bergên xweşik li xwe kirin.”

Ji dayikê re dibêje ‘Edûlê’ ya min

Apê Feyaz ji dayîka Zehra re dibêje ku ‘Edûlê’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku ez li Cerablûsê Edûlê ya min ne li cem min bû. Edûlê li malbatê bû. Rojekê ez rabûm min xwarina xwe xwar û mirovekê ji me re nas derket û bi makineya xwe ve ez birim Kobanê. Ez çûme gundê Zehra. Dema ku em çûn malê mirovên wan bi dahol û zirneyê hatin pêşiya me. Tiştekî min tunebû û xizmê min got ku masrefa xwarinê ji mine. Li cem me 3 makîne hebûn. Min Edûlê li ya xwe siwar kir û em hatin gundê me. Lê tiştekî min tunebû û halê me perîşan bû.”

‘Me li hev jî dixist’

Evîna di navbera dayika Zehra û apê Feyaz de 35 sal berê dest pê kiriye. Di nava wan salan de gelek tişt hatine guhertin. Hem evîna wan hatiye guhertin, hem jî mala wan. Apê Feyaz wiha got:“ Gelek caran me dijwarî hevdu êşand. Me li hev jî dixist.”

Dayika Zehra dikeve navbera axaftinê de û wiha dibêje: “Wî demê me gelek kar dikir. Carna pembû li ser pişta min bû min kom dikir. Apo nirxê min pir nedizanî. Bi min re şeh dikir. Min pembû kom dikir ew dihat digot ev zarok çima digrî, ev qirêjî çi ye li min dixist.”

Heqê xwe ji hev helal kirin

Di dewama çîrokê wan de dema me ji dayika Zehra pirs kir tu heqê xwe li apê Feyaz helal dikî yan ne? Ji me re ev tişt got: “ Ez hemûyê lê helal nakim. Ger ew heqê xwe helal bike dibe lê ez hinek bi guman im.” Apê Feyaz jê re hinek israr dike û dibêje: “Ma ez ê heqe xwe li te helal bikim tu jî helal bike ma dê çi bibe? Min li te helal kir mafê xwe.” Dayika Zehra herî dawî dibêje: “ Ê bila helal bibe ma ez çi ji te re bêjim.”

‘Em bi tu awayî ji Kobanê dernediketin lê van hovane zaroka ser jê dikirin'

Apê Feyaz û dayika Zehra diyar kirin ku 10 zarokên wan hene û destpêka şer de 3 zarokên wan di nava berxwedana Kobanê de cih girtîbû. Her wiha di nava berxwedanê de 3 kur apên wan tevlî karwanê şehîda bûne. Apê Feyaz anî ziman ku dema ku DAIŞ hatin jî di gotin em ji Kobanê dernakevin. Em bi tu awayî ji Kobanê dernediketin lê van hovane zaroka ser jê dikirin em neçarman derkevin.”

‘Eger heval bêjin werin em deqeyek li vir na rawestin’

Apê Feyaz got ku bi sedema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê wan hemû tiştê xwe winda kiriye. Apê Feyaz axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: “ Xwedê bi şervanên YPG/YPJ’ê re be. Ger ew nebûyîna em ê ber piyan çûbiyan. Me ji ber wan gelek rondik barandin. Em ê vegerin ser welatê xwe. Eger heval bêjin werin em deqeyek li vir na rawestin.”

(kom/zt)