Welatiyên Kobanê ji konbajarê AFAD'ê gilî dikin

10:09

 


JINHA


RIHA  - Welatiyên Kobanê yên ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar man ji cih û warê xwe derkevin, li konbajarên li Pirsûsê di nav şert û mercên zehmet de dijîn. Welatiyên ji ber derfetên wan tunebû li konbajarê AFAD'ê hatin bi cih kirin der barê jiyana xwe de axivîn û diyar kirin ku di dema di konbajarên AFAD'ê de gelek zehmetî dikêşin û ji ber nêzîkatiyên wan yê xerab ew ji konbajarê AFAD'ê derketine û hatin li konbajarê Pirsûsê.

Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de Dewleta Tirkiyeyê û Serokomarê wê Recep Tayyîp Erdogan di got ku wê di demek gelek nêz de Kobanê bikeve û nêzî 200 hezar Kobanî wê werin Tirkiyeyê. Piştî êrîşan gelek welatiyên Kobanê penaberan bûn û lê tevî hemû tiştê Kobanê neket. Dîsa gotinên Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu digot ji kijan cihê penaber werin ew ê weke welatiyê tirkiyê nêzî wan bibin em ê hemû derfetên xwe ji bo wan seferber bikin. Lê belê êrîşa çeteyan bi hevpariya Tirkiyeyê hat kirin û nêzî 200 hezar welatî koçî herêmê kirin. Dewleta Tirkiyeyê destpêkê ji bo van welatiyan konbajarekê 6 hezar kesan da avakirin. Her wiha demên dawî de ji ber koçberên Rojava ji walîtiyên xwe re belgeya statûya parêzvana ber dem şand, ji bo penaberên Şengalê jî belgeya mêvandariya berdem şandin. Li gorî van belgeyan penaberên Rojava û Şengalê êdî xwedî gelek mafan nîne. Yek ji wan mafan jî mafê tendirustiyê ye. Eger ev belgeyê penaberan êdî tenê dikarin ku beşa lezgîn a nexweşxaneyê bi kar bînin. Dema ku nexweşiya giran jî hebe nikarin beşên adliyê, cerrahî û hwd bi kar bînin. Ev feraseta AKP’ê vê hefteya derbasbûyî de xwe ji aliyê bijîşkên nexweşxaneyên Rihayê ve da xuyakirin gelek welatî bi rastî heqaret û şîdata bijîşkan hatin.

‘Rewşa me li vir gelek nebaşe’

Welatiyên ku bi navê Zehrê Fayal (34) ya ku ji konbajarê AFAD’ê hat da zanîn ku dema ku ji Kobanê penaber bûne ne dizanî dê bi çi aliyê ve biçin û wiha got: “ Em neçar man ku biçin konbajarê AFAD’ê. Tu xweşiya wir jî tunebû, lê tu rewşa me li wir tunebû. Tu cih û warê me tunebûn tiştek ji destê me nedihat. Em ê ji zû de bihatina van konbajaran lê ji me re digotin ku hemû tiştên wan xelas bûne.”

‘Xebatkar û berpirsyarên AFAD’ê xwe li ser serê mezin dikirin’

Zehrê da zanîn ku ji Kobanê herî dawî derketiye û ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê gelek zilim dikir. Zehrê diyar kir ku ji ber ku konbajarên Pîrsusê de hemû kurdin û hemû li hevdû xwedî derdikevin hatin vir û wiha axivî: “Li AFAD’ê xebatkar û berpirsyarên wir xwe li ser serê me mezin dikirin. Niha li vir em pir kefxweşîn û heya dawiyê jî em li piş wande ne. Ev 3 rojê ez ji AFAD’ê hatim lê ez hizir dikim ku ez di nava malbata xwe de me.”

Jiyanekê bi êş û jan

Welatiya bi navê Heyat Ehmed (26) jî birayekê wê di nava berxwedana Kobanê de birayekê wê şehîd ketiye û birayekê wê jî hêj di nava şervanên YPG/YPJ’ê de li berxwe dide.Her wiha 4 zarokên birayên wê sêwî ma ne û bavê wê jî di temenekê pir mezinde xwedî 4 jinane û zarokên wî hemû bê xwedî mayîne. Heyat dema ku ji Kobanê koçberbû çûye konbajarê AFAD’ê û niha vegeriye konbajarê Kulînçe yê. Heyant diyakir ku ew xwedî çar zarokane û navê zarokê xwe ji ber ku navê birayê wê yê ku di nava refên HPG’ê de Macît bû wê ji hezkiriye ji bo navê wî egîdî rake navê Macîd lê kiriye. 

‘Mirovan nedikarî xwarinên wan bixwe’

Heyat got ku dema ku di nava konbajarên AFAD’ê de gelek rûndik barandine û wiha got: “ Rewşa ne baş bû li AFAD’ê. Bi derfetên zehmet de me zarokên xwe di şuştin. Her dem bi devkî em dixistin bin gumanan de. Mirovan ne dikarî xwarinên wan bixwe.”

‘Li konbajarê Kulînçê pir kêfxweş im’

Heyat anî ziman ku ji ber ku ew li konbajarê Kulînçê ye gelek keyxweşe û ev tişt got: “Li vê derê welatiyên me hene û piştî ku em hatin vir me jî nû de xwarinên xweş xwarin. Dema ku ez vegerim Kobanê ez ê destpêkê axa wê, heriya wê maçî bikim. Ez xwe heyrana şervanên YPG/YPJ’ê bikim.”

(kom/zt)