'Bi hesreta Kobanê wextê xwe bi zarokan re derbas dikim'

10:16

 


JINHA


RIHA  - Dapîra rû biken ya bi navê Yazê Hemo li konbajar bi ten dimîne her roj ji bi zarokên Kobanê erbanê dixe û kilaman dibêje. Dema Hemo li erbanê dixe ken qet ji rûyê wê kêm nabe. Dapîra Yazê da zanîn ku ew gelek ji zarokan hezdike û wiha got: "Ez hesreta welatê xwe bi zarokan re derbaz dikim. Dema ez bi zarokan re eleqeder dibim ez xwe ji bîr dikim. Dema Kobanê azad bibe ez ê bi zarokan xwe re bi erbanê derbasî Kobanê bibim." 

Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe bi terikînin û werin li Bakurê Kurdistanê li konbajaran bi cih bibin. Welatiyên Kobanê yên di konbajaran de dijîn dibin şert û mercên herî zehmet de dijîn. Tevî hemû zehmetî û giliyan herdem çavên wan li Kobanê û mizgîniya şervanê YPG/YPJ'ê ye. Ji van yek jî dapîra bi navê Yazê Hemo (75). Yazê li konbajarê Kobanê bi tena serê xwe dimîne. Yazê her roj di nava rojê de ji bo zarokên Kobanê li erbanê dixe û ji wan re kilaman dibêje. 

'Ez bi hezkirina Kobanê ji bo zarokan erbanê dixim'

Dapîra Yazê diyar kir ku kurê wê û keçên wê hemû zewicîne û tenê jiyana xwe berdewam dike. Yazê anî ziman ku ji ber çeteyên DAIŞ'ê neçar man ku cih û warê xwe biterikînin û dixwaze demildest vegere li ser axa xwe. Yazê da zanîn ku ew gelek ji zarokan hezdike û wiha got: 12 zarokên min hene û hemû ji zewicîne. Ez gelek ji zarokan hez dikim. Ez gelek ji lêxistina erbanê hez dikim. Ez van herdu hezkirinê xwe bi hevre dikim huner û keyf. Bi hesreta Kobanê wextê xwe bi zarokan re derbas dikim. Dema ez bi zarokan re eleqeder dibim ez xwe ji bîr dikim."

'Hezkirina min ya welat nayê bi wate kirin.'

Dapîra Yazê destnîşan kir ku ji bandora şerê qirêj yên çeteyên DAIŞ'ê li ser welatê wan derûniya zarokên Kobanê xera nebe, her roj ji wan re erbanê dixe û kilman dibêje. Dapîra Yazê bi lêv kir ku azdiya Kobanê êdî gelek nêz e û baweriya xwe ji YPG/YPJ'ê qet wenda ne kiri ye. Yazê anî ziman ku wê dawiya çeteyên DAIŞ'ê ji destê şervanên YPG/YPJ'ê be û wiha got: "Min gelek bêriya welatê xwe kiriye. Min bêriya kevirên wê, ax, heriya wê û heya pisîkên wê kiriye. Dema Kobanê azad bibe ez ê bi zarokan xwe re bi erbanê û tilîliyan derbasî Kobanê bibim." 

Dapîra Yazê di dawiya axaftina xwe de bi dirûşmên "Bijî Kobanê ", "Bijî berxwedana YPJ/YPG" û "Bijî ji hevalan re" dawî kir.

(kom/zt)