Alîkariyên ji Elmanya hatin li gumrukê asê man

10:21

 


JINHA


RIHA - Welatiyê bi navê Îbîş Koca ê ku bi malbata xwe re li bajarê Kontanz ê Elmanyayê ji bo Kobaniyan kampanyaya alîkariyê da meşandin alîkariyên komkirin bi du kamyonan anîn Tirkiyeyê. Koca anî ziman ku alîkariyên anîn ji ber belge kêm in li gumrukê hatine astengkirin û dê heya du rojan kamyon bigihijin Pirsûsê. 

Ligel saziyên alîkariyê, kesayet û malbat bi serê xwe jî hewl didin ji bo Kobaniyên li Pirsûsê alîkariyê kom bikin. Malbata Koca ya li herêma Bodensee ya bajarê Kontanz a Elmanya dijî jî di encama kampanyaya li bajêr meşandin de, alîkarî ji bo kobaniyan kom kir û ev alîkarî bi du kamyonan gihand Tirkiyeyê.

'Herî zêde Dêrê alîkarî da'

Îbîş Koca diyar kir ku alîkariya bi du kamyonan anî Pirsûsê û tevlî çalakiya nobedê ya li ser sînor bû. Koca anî ziman ku li Bodensee ji bo Kobanê hesasiyeteke mezin derketiye holê. Îbîş da zanîn ku zarokên Elman ji bo Kobanê li kolanên Bodensee wêne çêkirine û bi meşên bêdeng ên li bajêr re kampanya alîkariyê dewam kiriye. Îbîş diyar kir ku di dema pêvajoya kampanyayê de alîkariya herî zêde wan ji dêrê girtine û wiha got, "Em naxwazin şer hebe. Em dixwazin gelê me bi dilrehetî bijî." Îbîş ji bo Kobaniyan banga hestyariyê kir.

'Alîkarî li gumrukê asê man'

Îbîş anî ziman ku wan li Elmanyayê di encama xebateke berfireh de alîkarî kom kirine, lê belê bi hinceta 'ewraq kêm e' li gumrukê asê maye û diyar kir ku di encama hevdîtinên parêzeran re wê alîkarî di nava du rojan de bigihêje Şaredariya Pirsûsê. Îbîş her wiha da zanîn ku beşeke ji alîkariyê li Elmanya maye û ew ê di rojên pêş de wan jî bişînin.

(zt)