Banga tenduristvanên dildar û dermanan
10:32
JINHA
RIHA - Dr. Azad Karagoz ê ku li konbajaran Pirsûsê bi dildarî xebatên tendûrîstiyê dimeşîne diyar kir ku li konbajaran hewcehî bi xebatkarên dildar ên tenduristiyê hene û banga alîkariyê kir. Dr. Azad anî ziman ku piştî hewa sar bû kobaniyên li sînor bi talukeya nexweşiyan re rû bi rûn e.
Li wargehên Kader Ortakaya, Arîn Mîrxan, Kobanê, Rojava, Nejat Sûphî Agirnasli û gundê Kulunçê yên ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hat avakirin, mercên zehmet ên zivistanê yên nêzî 20 hezar Kobaniyî pê re rû bi rû ne, hewl tê dayîn bi destê xebatkarên dildar ve werin sivikkirin. Bi hatina zivistnê re xeteriya nexweşiyan jî zêde bû. Xebatkarên tenduristiyê yên li wargehên ji konan bi dildarî dixebitin, li dijî vê eteriyê li wargehan bingeha sîstemeke tenduristiyê ava dikin. Dildaran anî zimanku ji bo vê sîstema nû ya tenduristiyê, pêwîstî bi hîn tenduristvanên dildar heye.
AKP'ê saziyên eleqedar dan revandin
Ji xebatkarên dildar ên li wargehan Dr. Azad Karagoz da zanîn ku nexweşiyên klasîk ên mehên zivistanê yên weke enfeksiyonên grîbal li wargehan belav bûne û Kobaniyî ji ber kêmbûna derfetan Kobaniyî bi rêbazên ji rêzê hewl didin xwe biparêzin. Azad bilêv kir ku beriya niha bi demekê xebatkarên dildar ên saziyên tenduristiyê yên navneteweyî bi nexweşiyên kronîk ên Kobaniyan re eleqedar dibûn, lê belê ji ber ku hikûmeta AKP'ê zext li van xebatkaran kir, saziyên mijara gotinê dawî li xebatên xwe anîn.
Pêvîstî bi xebatkarên dildar ên tenduristiyê heye
Azad destnîşan kir ku gelek pêwîstiyên Kobaniyan hene û wiha axivî: "Ya ji bo me pêwîst hevalên karibin li wargehan bi dildarî bixebitin e. Bi vî rengî ev sîstem, piştî me jî wê karibe xwe birêve bibe, ewam bike." Karagoz her wiha daxwaza alîkariya dermanan li saziyên pêwendîdar kir.
(zt)

