‘Nobedarên sînor îradeya me ne’
10:33
JINHA
RIHA – Niştecihên gundê Miseynterê yên bi çalakiya nobetê ya sînor guhertineke dijî li ser pirsa leşkerên ku hatin “hûn ji kesên ji derve hatine aciz in” “li gund kî hene” dikin bersiva kesên ku li gund di berxwedanê de ne îrade û nirxên wan e dan.
Li gundê Miseynterê ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi piştevanî û berxwedana pêş ket ve guhertinek tê jiyîn û ji bo hemû projeyên li gund tê pêşxistin jî ked û destûra gundiyan tê girtin. Gundiyên ku ji bo sedan welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatine re hembêza xwe vekirin di roja 116’emîn de jî tevli nobetê û çalakiyên berxwedanê dibin û di mezinbûna berxwedanê de roleke girîng dilîzin. Jibilî berxwedanê li gund şitl hatin çandin, Muzeya Arîn Mîrkan, Pirtûkxaneya Kader Ortakaya hatin vekirin û amadekariyên vekirina dibistan, sera û akademiyê jî tê kirin. Welatiyên gund jî tevli van xebatên ku tên kirin dibin û bi vî rengî tora piştevaniyê ya girîng dihûnin.
‘Bi berxwedanê gundê me jî diguhere’
Ji welatiyên gund Mehmet Kiliç anî ziman ku roja borê leşkerên ku bi wesayîtên zirxî hatine gund û pirsa “Hûn ji kesên derve tên aciz in” “Li gundî kî hene” kirinê lê berovejî vê yekê hemû kesên hatine gund wekî îradeya xwe dibînin û wiha berdewam kir: “Dewletê heta roja îro tu xizmet nadeya gundê wan. Li gund ne mizgeft, ne dibistan tu tişt nîne, rê nehatibûn çêkirin. Em ji berxwedêrên ku hatine vir razî ne. Jixwe bi wan re gund hate guhertin. Rê hatin sererastkirin. Gund hate paqijkirin. Dibin hevparê derdên me.”
‘Nirxên me diparêzin’
Mehmet ê temîrkirina mala Kumbetê, çêkirina muze û pirtûkxaneyê bi bîr xist diyar kir ku “rizaya” wan û keda wan jî heye û ev tişt anî ziman: “Ewil hatin ji me pirsîn û bi me re parve kirin. Me bihevre bi keda hevpar muze û pirtûkxane înşa kir. Projeyên wan ên din jî hene. Em piştgiriyê didin. Em hemû kesên li vî gundî wekî îradeya xwe dibînin. Nirxên me diporêzin.” Mehmet destnîşan kir ku ew bi Kobanê re bûne yek û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kobanê parçeyeke me ye. Sînor xistin navbera me, nîvî me li wir, nîvê me jî li vir ma. Tişta hatiye serê wan, hatiye serê me jî.”
‘Ji bo parastina rûmeta me hatine’
Welatiyê bi navê Osman Çelîkaslan jî diyar kir ku bêyî biryar û agahiya wan tiştek nehatiye kirin û wiha berdewam kir: “Kesên ku hatin gundê me rûmet, şehîd û berxwedana me ya li Kobanê hatine biparêzin. Ev ji bo me pir bi qîmet e. Em li malên xwe ne lê ew di vê sermayê de ji bo me nobetê digirin. Gundê me diguherînin. Êrîşî gelê li Kobanê kirin. Hemû cihan jî dizane ku kurd mafdar in. Niha kesên ji ber vê zilmê hatine hene, yên li dijî zilmê li ber xwe didin hatine. Em li vir bi hemûyan re yek in.”
Osman der barê avakirina mala şînê, mizgeft, dibistan, akademî û serayan de jî nêrînên xwe anî ziman û wiha got: “Ev tiştên baş in. Heta îro derfetek tunebû lê îro bi vê berxwedanê bê çêkirin dê baş be. Em ê jî bi ked û hêza xwe piştgiriyê bidin berxwedêran.” Keça Çelîkaslan, Hazal Çelîkaslan jî ev nirxandin kir: “Divê li her derê ji bo vê berxwedanê piştgirî bê dayîn. Yên hatine vir ji bo me hatine.”
(zt)

