Girtiyê nexweş jiyana xwe ji dest da
10:54
JINHA
SÊRT - Girtiyê nexweşiya pişikê Abdulmecît Arslan şevê din jiyana xwe ji dest da. Li gorî rapora Saziya Tipa Edlî ya ji Abdulmecît hat dayîn ku nikare di girtîgehê de bimîne ji beriya 2 mehan serbest hatibû berdan.
Girtiyê nexweşiya Pişikê Abdulmecît Arslan yê di dema diçû bijîşk jêre digot 'bronşîta te heye' bi dermancê cuda didanê û rêdikirin qawîşa wî. Abdulmecît Arslan ê ku rêdikirin qawîşê jiyana xwe ji dest da. Li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya ji Arsalan hat dayîn ku nikare di girtîgehê de bimîne ji beriya 2 mehan serbest hatibû berdan û li Nexweşxaneya Gazî Yaşargil li beşa Onkolojiyê dihat dermankirin. Abdulmecît ji beriya çend rojan ji aliyê malbata wî ve birin Sêrtê li malê şevê din jiyana xwe ji dest da.
(zt)

