Bê tehmûliya li hemberî pankartên bîranîna qirkirina Paris ê!

11:34

JINHA


MARDİN – Li Mêrdînê ji bo şermezarkirina qirkirina Parisê lig elek cihan pankartên bi sernivîsa ‘Tekoşîn bi dengê jinê xurt dibe’ hatin hildan. Lê pankart bi hincentên ‘Propangandaya rêxistinê’ hatin qedexekirin.


Bi boneya şermezarkirina qirkirina Parisê ji aliyê DOKH’ê ve li Mêrdînê pankartên ser wêneyên Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez nivîsên weke “Tekoşîn bi dengê jinê xurt dibe” hatin nivîsîn. Bi fermana Serdozgerê Komanrê yê Mêrdînê bi hincetên “Propagandaya rêxistinê dikin” biryara komkirina pankarta hat dayîn. Ji ber komkirina pankartan Hevşaredarê DBP’ê yê navçeya Artukluya Mêrdînê Mehmet Şirin Gultekin jî girtin binçavan. Piştî ku îfadeya hevşaredar girtin serbest berdan.


(zt)