Li berxwedan sînor silava 117'emîn
11:56
JINHA
RIHA - Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 117'an de berdewam dike. Bi sedan welatiyên li ser sînorê Kobanê li gundê Mehser û Misenyterê nobetê digrin jî bi zincîra mirovan berxwedana Kobanê silav kirin.
Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 117'an de berdewam dike. Berxwedana li ser sînor her roj bi keleçan û tevlîbûna nû dewam dike. Bi sedan welatiyên li ser sînorê Kobanê li gundê Mehser û Misenyterê nobetê digrin jî bi zincîra mirovan berxwedana Kobanê silav kirin. Çalakvan tevî hemû baran û hewaya sar cihê berxwedanê naterikînin û nûçeyên lezgîn yên paqijkirina çeteyan jî dema tê bi dirûşme û çepikan pîroz dikin. Di çalakiya zincîra mirovahiyê de bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ'ê hatin rakirin. Di çalakiya zincîra mirovahiyê de deqeyek rêzgirtin ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane hat girtin. Piştî rêzgirtinê bi merşa "Çerxa Şoreşê" û dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" û " Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" dengê xwe gihandin Kobanê.
Piştî çalakiya zincîra mirovahiyê welatiyan dest bi paqijiya derdorê kirin.
(zt)

