Nobeta Miseynterê Melezgirtiyan dewir girt

12:47

 


JINHA


RIHA - Berxwedana bêhemapa ya li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê bi tevlîbûnên nû dewam dike. Nobeta li gundê Miseynterê welatiyên ji navçeya Melezgirtê ya Mûşê hatin nobet dewir girtin.

Berxwedana bêhemapa ya li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê bi tevlîbûnên nû ji bo derbazbûna çeteyên DAIŞ'ê asteng bikin dewam dike. Nobeta li gundê Miseynterê welatiyên ji navçeya Melezgirtê ya Mûşê hatin nobet dewir girtin. Welatiyên Melezgirtê yên ji bo nobetê hatin ji aliyê gundiyan ve bi girseyî hat pêşwazîkirin. Welatiyê bi navê Faruk Bingol diyar kir ku ji bo piştevaniya bi gelê Kobanê re hatin li ser sînor û em ê heya dawiyê piştevaniya çalakiyê bikin.

Welatiyê bi navê Abdullah Karadag jî yê nobet dewr girt diyar kir ku demek dem dirêje em li ser sînor nobetê dene û wiha got: "Niha jî em îradeya xwe radestî hevalên xwe yê hatine vir dikin û pêwîste tevlîbûnên nû çêbin."

(zt)