Li Dîlokê êrîşkarê îstismara zayendî hat girtin!

13:50

 


JINHA


DÎLOK  - U. S yê 32 salî zarokek 3 salî revand despêkê îskence kir û paşê jî îstismara zayendî lêkir. Bersuc sucê xwe pejirand û ew şandin girtîgehê.


Li gorî agahiyên hatin girtin U. S yê 32 salî di 6’ê çileyê de zarokek ya diya wê û bavê wê li dibistanê peyîwirdarbûn revand. Paşê li Dîlokê zarok bi awayek birîndar û îstismara zayendî lê hatî kirin hat dîtin. Dema ku zarok hat dîtin ser gelek cihên bedena wê yên bi qetên caman birî bûyî hebûn. Zaroka rastî êrîşê hatî rakirin nexweşxanê û dibin tedawiyê de tê girtin. Bi qemereyê nasnameya êrîşkar hat tesbîtkirin û li taxa Hasircioglu di mala xwe de hat girtin. Bersuc U. S di dadgehê de sucê xwe yê despêkê zaroka revandî bi qetên caman îskence kiriye û paşê jî îstismara zayendî lê kiriye pejirand.


Bersucê hat girtin şandin girtîgehê.


 (zt)