Heyet berbi Îmraliyê ve ket rê
14:05
JINHA
ENQERE – Heyeta Îmraliyê ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne ber bi Girava Îmraliyê ve derket rê.
Heyeta Îmraliyê ya ji Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Serokwekîlên Koma HDP’ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk tên ber bi Girava Îmraliyê ve derketin rê. Heyeta ku dê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne li ser mijarên li Îmraliyê muzakareyan destpê kiriye yan na, heke derbas bûne di kîjan astê de ye û hevdîtin dê îro pêve çawa bên meşandin biaxivin. Aktîvîsta DOKH’ê Ceylan Bagrıyanık di Heyeta diçe Îmraliyê de cîh negirt. Ser pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya berfirehkirina Heyeta Îmraliyê de Ceylan jî cîh girtibû.
Heyeta ku di 4’ê çileyê de ber bi giravê ve derketibû rê ji ber şert û mercên hewayê vegeriyabûn. Ligel israra heyetê rayedaran ji ber pêlên deryayên yên heta 5 metreyî rîsk negirtibûn vegeriyabûn. Li ser vê yekê hatibû gotin dê li gorî rewşa hewayê dê di demeke kin de biçin giravê.
Li aliyê din heyet herî dawî di 17’ê Kanûna 2014’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn û piştî hevdîtinê daxuyanî nehatibû dayîn. Heyeta ku piştî vê hevdîtinê bi hikûmetê re hevdîtin pêk anî bûn daxuyaniya “Em derbasî merheleyeke nû bûn” dabûn. Abdullah Ocalan bi riya heyetê di 29’ê Mijdara 2014’an de peşnûmeya debasbûna muzakereyan derxistibû û agahiya heke peşnûme bê qebûlkirin dê muzakere destpê bike dabû.
(zt)
