MEYADER'a Pirsûsê û Kobanê Şehîdgeha Pirsûsê ziyaret kirin

14:07

 


JINHA


RIHA - Endamên MEYADER'a Pirsûsê û Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîda yê Kobanê, Şehîdgeha Pirsûsê ziyaretkirin û cangoriyên şervanên YPG û YPJ 'ê bibîranîn.


Di nav wan de Koordînatorê MEYADER'a Pirsûsê Medenî Aktar, Rêveberê Malbata Şehdîda ye Kobanê Mistefa Êto û Mehmet Xan, Hevserokê Rêxistina DBP'ya Pirsûsê Îsmaîl Şahîn û gelek welatî tevlî bîranîyê bûn. Piştî rêzgirtinê di bîranînê de Rêveberê Saziya Malbatên Şehîda yê Kobanê Mistefa Êto axivî. Mistefa diyar kir ku hemû şehîdên Kobanê û Şengalê bibîrxist û got bejna xwe li ber berxwedana wan ditewîn e. Êto da zanîn ku şehîdên Kobanê û Şengalê tenê ne ji bo Kobanê û Şengalê li hemberî çeteyan şer dike, ji bo mirovahiyê li dijî çeteyan şer dike.


'Şervanên me bi felsefeya Rêber Apo têdikoşe'


Mistefa anî ziman ku ji hêlekê pir di êş e û ji aliyekî ji bi cangoriyên lehengên YPG/YPJ'ê re serbilind e û wiha axivî: "Ev şehîdên me û şervanên me bi felsefeya Rêber Apo têdikoşe û şer dike. Bi pêngava Kobanê û Şengal bi saya şervanên meyî nemir roj roj bi roj rizgar dibe û ketiye pêngava azad bûnê. Em li ber goristanê şehîdên xwe soz didim ku bila hûn dilxweş bin em xwîna we li erdê nahêlin û em ê Kobanê û Şengalê rizgar bike. We çawa li ser axa mezopotamya dergûşa şaristaniyê pêşengtî ji mirovahiyê kir, we carek din dîrok dûbare kir hûnê dîsa li ser axa Kurdîstan û mezopotamya bi felsefeya Rêber Apo dê bijîn."


Piştî axaftina Mistefa jî  Koordînatorê MEYADER'a Pirsûsê Medenî Aktar jî bi kurtasî axivî û ev tişt anî ziman: "Em her tim li cangoriyên xweyî nemir xwedî derdikevin. Bila baş zani bin ku emê tola wan hildin. Şehîdên me rûmeta menin."


(kom/zt)