Li derdora kolana Sîttî Zeynep ya Şengalê şer berdewame
14:31
JINHA
ŞENGAL - Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê dan xuyakirin, ku di çarçoveya 'Pêngava Azadkirina Şengalê' de hêzên HPG, YJA Star û YBŞ'ê li nêzî kolana Sîttî Zeynep a Şengalê hin rêze çalakiyên sûîkastê lidar xistine. Hat ragihandin ku di encama van çalakiyan de çeteyek hatiye kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku di êvara 8'ê Çileyê saet di 20:00 de, hêzên gerîla li nêzî kolana Sîttî Zeynep hin rêze çalakiyên sûîkastê pêk anîne. Li gorî daxuyaniyê, di encama van çalakiyan de çeteyek hatiye kuştin, çeteyek jî birîndar bû. Hêzên HPG, YJA Star û YBŞ'ê her wiha derb li wesayîteke çeteyan dan. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Der barê windahiyên çeteyan ên li vê derê de agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin." Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hêzên me yên gerîla di şeva 8'ê Çileyê saet di 23:00 de, li derdora kolana Sîttî Zeynep bi çekên ferdî û giran li çeteyên di nava tevgerê de bûn, dan. Di encama vê lêdana bi bandor de çeteyekî DAIŞ'ê miriye, çeteyek jî birîndar bûye.
Me beriya niha ragihandibûn ku di 5'ê Çileyê de di şerê li derdora taxên Sûka Kevin û Sûka Jêr de gerîlayekî me birîndar bûye. Hevalê me Bahoz Ararat (Îshak Kaya) ê birîndar bû, di 8'ê Çileyê de li gel destwerdana tibî nekariye bê rizgarkirin û şehîd ketiye. Bi berxwedana xwe ya leheng re, berpirsyariya biryardariya sekneke mînakdar radestî me kiriye. Bi vê berpirsyarî û hişmendiyê re em ê her tim bi bîranîna wî re dilsoz bin."
Jêder: ANF
(zt)
