Ji bo welatiyên Kobanê alikarî

14:50

 


JINHA


RIHA- Komeleya Piştevanî û Alikariyê ya Gergeriyên Stenbolê ji bo piştevanî û alikariya welatiyên Kobanê alikariya di nava karsazên Gergerî ya da berhevkir. Alikariya xwe li Pîrsusê teslîmî Komeleya koordinasyona alikariyê a Pîrsusê kir.


Welatiyên ji ber çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê hatin koçberkirin di nava konbajarên Pîrsusê de di nava şert û mercên zehmet de dijîn. Komeleya Piştevanî û Alikariya Gergerliya ya Stenbolê ji bon pîştevaniya welatiyên Kobanê di nava karsazên Gergerê de alikarî berhevkir û anîn Pîrsusê. Endamê Komeleya Gergeliya a Stanbolê Erdal Ozdemîr(30) da zanîn ku armanca wan ji bo piştevaniya birayên wan yên Kobanê ne û wiha axivî: “ Me 100 kon ji xizmên xwe,birayên xwe yên kobanê re anîn. Em pir keyfxweşîn ku me hindik jî be alikarî ji welatiyên Kobanê anî.”


Alikariya  GERSOY-DER’ê ve hatî şandin bi aliyê Komeleye Alîkarî û piştevaniya Rojava ve li garaja şaredariyê de hat bicihkirin.


(Kom/zt)