Komkujiya Parîs li Qamişlo bi meşekê hat şermezar kirin

15:56

 


JINHA


QAMIŞLO - Bi armanca protestokirina komkujiya Parîsê li Qamişlo meşeke ji aliyê Rêxistina Jinên Ciwanê Şoreşger  û Rêxistina Yekîtiya Star ve hate organîze kirin. Gelek endamên saziyan û welatî beşdarî meşê bûn. Di dawiya meşê de Li ser navê jinên Şoreşgerên Ciwan Agirî axivî û got: “Em îro bi hezaran jin di xeta  jinên şoreşger de dimeşin. Emê bi rihê Sakîne, Fîdan û Leyla tekoşîna azadiyê berdewam bikin û weke jinên ciwan ji bo tekoşînê çi ji me bê xwestin emê bikin.”


Di 2’emîn salvegera komkujiya Parîsê ya ku di şexsê sê jinên şoreşger, Sara, Fîdan û Leyla de di 9'ê kanûna 2013'an de pêk hatibû, bi armanca pirotestokirina vê komkujiyê li bajarê Qamişlo meşek hate li darxistin. Meş ji aliyê Jinên Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Star ve hate organîzekirin. Meş bi jinên ciwan ve di saat 10'ê sibehê de,  ji gel herêma  Hîmo ya ku di navbera bajarê Amûdê û Qamişlo de ye destpêkir, heya dewara qermîto ya taxa hîlîliyê berdewam kir. Li dewara qermîto  jinên meclisa Yekîtiya Star, rêxistina TEV- DEM, meclisa gel, rêxistina konfederasyonê û bi tevlîbûna sedan hemwelatiyan ve bi siloxanan jinên ciwan pêşwazî kirin. Di demê meşê de tevayî esnaf jî dikanên xwe girtin û bi siloxanan meş temaşe kirin.


‘Emê bi rihê Sakîne, Fîdan û Leyla tekoşîna azadiyê berdewam bikin’


Meş careke din bi hev re ji dewara qermîto heya Navenda Çand û Hûner ya Mihemed Şêxot li taxa xerbî berdewam kir. Di meşê de posterên jinên şoreşger û yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibûn rakirin. Her weha pankartên bi siloxanên weke ' Sakîne xeta azadî ya me ye' û 'Berxwedana Arîn tolgırtına Sara, Fîdan û Leyla ye' bi zimanê kurdî û erebî hatibû nivîsandin. Piştî meşê li ber Navenda Çand û Hunerê  welatî kombûn û bi deqeyekê rêz girtin. Li ser navê jinên Şoreşgerên Ciwan Agirî axivî. Agirî komkujiya Parîsê şermezar kir û wiha axivî: "Em îro bi hezaran jin di xeta  jinên şoreşger de dimeşin. Emê bi rihê Sakîne, Fîdan û Leyla tekoşîna azadiyê berdewam bikin û weke jinên ciwan ji bo tekoşînê çi ji me bê xwestin emê bikin."


Li ser navê rêvebiriya meclisa Yekîtiya Star Henîfe jî axivî û wiha got: "Em vê roja tarî ku weke qomployeke li ser jinên şoreşger, bi taybetî jî li ser jinên kurd yê tekoşer pêkhat şermezar dikin. Heya ku kiryarên vê komployê eşker nebin û hesab ji wan neyê xwestin emê rehet ranezin. Ji bo wê jî emê tekoşîna xwe li herderê bilindtir bikin."


‘Arîn jî bi çalakiya xwe bersiveke da vê komployê’


Li ser navê konfederasyona Zîlan jî axivî û wiha domand: "Berxwedana ku îro tê kirin pêwîste em bighînin serkeftin, ev wê diyarî û xwedî derketina li van jinên şoreşger be. Ji ber ku ew jî ji bo doza azadiya gelê kur û jina azad bûne hedef, hevala Arîn jî bi çalakiya xwe bersiveke da vê komployê, pêwîste ku em jî ji aliyê xwe de bersiva vê komployê bi çalakiyên mezin bidin."


Piştî axaftinan çalakî bi lînandin û duruşman bidawîbû.


(za/zt)