Komkujiya Parîsê li Êlilhê bi meşek girseyî hat şermezarkirin

16:17

 


JINHA


ÊLIH – Ji aliyê DOKH a Êlihê ve bi boneya 2'emîn salvegera bîranîna qetilkirina 3 jinên şoreşger yên di 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetilkirin bi meşek girseyî şermezar kirin.


Tevgera Jinên Azad û Domokratîk (DOKH) ya Êlihê bi boneya 2'emîn salvegera bîranîna qetilkirina 3 jinên şoreşger yên di 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetilkirin bi meşek girseyî hat şermezar kirin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Parlamenterê Wanê Ozdal Uçal, hevşaredarên Êlihê Gulîstan Akel, Sabrî Ozdemîr, nûner û rêveberên rêxistina DBP/HDP, Meclîsa Dayikên Aştiyê, KURDÎ-DER, nûnerên Saziyên civaka sîvîl û bi tevlîbûna sedan kesî qetlîman hat şermezar kirin. Girse li ber avahiya Şaredariyê kom bûn û ber bi Parka Ataturkê  ve meşiyan .


Di meşê de ligel wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, posterên 3'ê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez, alên PKK/KCK'ê hat hidan. Disa di meşê de pankartên li ser "Tundiya jinê birdoziye", "Bi azadiya jinê re ber bi navnatewî” û "Qatliama Parîsê nayê jibir kirin' nivîsî hat vekirin. Her wiha girse bênavber dirûşmeyên wek "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bila kujer bên darizandin" berz kirin.


Girseya ku heya ber Parka Ataturkê bi meşiya ji bo şoreşgerên di şerê azadiyê de jiyana xwe jidest dan rêz girtin. Alikara Hevşaredariya Êlihê Semra Guneş daxuyanî da û diyar kir ku qatlîama ku li bajarê Parîsê pêk hat komloyeke navnetewin e û got ku kesên bi veşarti ango aşkere kî be bila bi be divê di serî de hikûmeta Fransayê berpirsiyariya vê qetlîamê ye.


‘Qirkirina Parîsê gefek bû ser tevgera azadiya jinê’


Semra, anî ziman ku qirkirina ser hevalên me Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatiyî kirin di rastiya xwe de li ser azadiya jina kurd gef e. Semra destnîşan kir ku destnişan kir ku  di serî de jinên kurd û aştîxwaz heya dawiyê ji bo azadiya jinê û kujerên qatliamê neyên darizandin dê li kolanan bi nû di nava çalakiyê debin.


Piştî axaftina Semra Parlamenterê HDP'ê ya Wanê Ozdal Uçar diyar kir ku haya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad nebe dê gelê kurd ji bo azadiyê têbikoşin.


Parlamentera HDP'ê ya  Êlihê Ayla Akat Ata jî got  ku di dîrok têkoşina gelê kurd de roja 9'ê Çileyê rojek reş e û di dawiya axatina xwe de diyar kir ku qetliama Parîşê bi hişmendiyeke  mezin li ser tekoşina gelê kurd hat kirin.


Girse bi çepik û tililiyan belav bûn.


(şh/zt)