Li Silêmaniyê Xelata Sakîne Cansiz diyarî Ayşe Efendî hatkirin

20:45

 


JINHA


SİLÊMANÎ - Li  Silêmaniyê bi pêşengiya RJAK’ê merasimek ji bo bîranîna 3 jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat lidarxistin. Di merasimê de gelek sazî û rêxistinên siyasî beşdarî merasimê bûn. Herwiha xelata li ser navê Sakîne Cansiz û tekoşîna wê diyarî Hevseroka Meclîsa gel a Kantona Kobanê, Ayşe Efendî hat kirin.


Bi rasthatina duyemîn salvegera qetilkirina 3’ê jinên şoreşger li Parîsê, li Salona Hotel Palas a bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federala Kurdistanê merasimeke bîranînê hat lidarxistin. Di merasîma ku Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistan (RJAK) ê bi rêxistin kiribû, gelek sazî û rêxistin beşdar bûn. Merasim bi deqeyek rêzgirtin ji bo  hemû kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir. Paşê aktîvîsta jinan Bêrîvan Mihemed li ser navê RJAK’ê axivî û got: “Armanca bingehîn a vê êrîşê astengkirina pêşveçûna pêvajoya aştî û çareseriyê bû. Hêzên ku Sakîne û hevalên wê li Parîsê qetilkirin heman hêzên ku komploya navnetewî li dijî Birêz Abdullah Ocalan pêkanî bûn.” Paşê Sînevîzoyan li ser jiyana sê jinên şoreşger hat nîşandan û kêliyên hestiyar di salonê de hat jiyîn.


‘Doza Sakîne, doza me hemiyane’


Piştre li ser navê Pîlotboruya YNK’ê Adil Murad axivî û di serî de bixêrhatina Ayşe Efendî kir ku hatiye bajarê Silêmaniyê û wiha got: “Sakîne ji bîr naçe û hezarên wek wê tekoşîna wê berdewam dikin. Doza Sakîne doza me hemiyan e û ticaran ev doz bidawî nabe.” Herwiha Adil bal kişande ser tekoşîn û berxwedana jinan li hemû aliyên Kurdistanê û wiha domand: “Berxwedana jina kurd bi taybet li Kobanê ji bo me hemiyan cihê şanazî û serbilindiyê ye. kesên ku Şengal bicih hiştin û bûne sedema ewqas komk kujiyan li vî bajarî di rastî de ti ferqek wan bi kesên ku Sakîne û du hevalên wê qetil kirin re tineye.”


Dayîka Destîna xelata Sakîne Cansiz diyarî Ayşe Efendî kir


Di dirêjahiya merasimê de dayîka Destîna Qendîl ku bixwe ji başûrê Kurdistanê bû û li  Kobanê jiyana xwe ji dest dabû, Hedye Elî xelata Sakîne Cansiz a mafê miro û jinan a îsal pêşkêşî Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê, Ayşe Efendî kir û diyar kir ku ew vê xelatê li ser navê jinên başûrê Kurdistanê diyarî jinên ku di berxwedana Kobanê de cih digrin, dikin.


Li Miştenûrê hemû Kurdistan bû yek’


Piştî xelat wergirtinê, Ayşe Efendiya ku ji aliyê beşdarvanan ve bi çoşek mezin hat pêşvazîkirin, axaftinek kir û diyar kir ku ew di serî de silavên germ ê Kobanê û tevahiya Rojavayê Kurdistanê ji Başûr re tîne û wiha got: “Sakîne ew keça Dêrsimê ye ku şagirda Rêber APO bû û em jî îro hemû şagirdên wê ne. Em şopdarên wê jina şoreşger û xelayên wê yên azadîxwazin.”


Ayşe yekîtiya Kurdan û girîngiya wê nirxand û got: “Li ser Miştenûrê bi berxwedaniya bêwêne hemû parçeyên Kurdistanê bûne yek û li hember çeteyên hov ên DAIŞ’ê li ber xwedan. Berxwedana Kobanê mînaka herî berbiçav a yekîtiya di navbera kurdan de ye. ji ber ku kurdan li hemû parçeyan bê ku benda ti biryarên partî û aliyan bimînin, berê xwe dane Kobanê û tevlî berxwedanê bûn. Ji bo wê jî êdî em biserketine û kurdê bi xwîna wan şehîdan bibe yek. Êdî sînorên di navbera parçeyên Kurdistanê de nemaye.”


Herwiha li ser navê Tevgera Azadî Şîlan Şakir peyamek pêşkêş kir û diyar kir ku armanaca kujerên hersê jinên kurd, tevgera azadiya jina kurd û bîrdoziya azadîxwaz a wê bû.


li ser navê Jinên tevgera Goran jî peyamek ji bo bîranîna sê jinên kurd hat xwendin. Herwiha tevgera Goran, Ayînde û Rêxistina Komonîst a Rojhilat jî peyamên xemgîniya xwe ji bo şehadeta hersê jinên kurd pêşkêşkirin û daxwaz kirin ku divê demek ji ya din zûtir kujer bêne cezakirin.  


(zd/zt)