Ji Êzidiyan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bi hezaran îmza hatin berhevkirin

09:39

 


Nurcan Yalçın / JINHA


AMED – Her diçe alîkariya ji bo kampanya îmzayan ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah hatî despêkirin mezin dibe. Bi hezaran Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê cîh û warê xwe t erikandine hatine li Amedê bi cîh bûne bi hêzek mezin li kampanyeyê xwedî derdikevin.


Kampanyeya îmzayan ya bi duruşma “Ji bo Azadiyê ji Ocalan re Azadî” ku ji aliyê Platforma Ji bo Aştiyê Ji Ocalan re Azadî ve di 15’ê Sibata sala 2014’an de hatibû despêkirin. Demek kin maye ji bo dawîkirina kampanyayê. Her diçe alîkarî û xwedî lêderketina kampanyayê mezin dibe. Bi hezaran Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê cîh û warê xwe terikandine û hinek ji wan jî hatine li konbajarê Fîdanligê yê di bin banê Şaredariya Yenişehîrê ya Amedê de jiyana xwe berdewam dikin bi girseyî li kampanyayê xwedî derdikevin. Ji 3 hezar û 800 Êzidiyên li konbajarê Fîdanligê dijîn 3 hezar û 500 îmza hatin berhev kirin. Êzidiyan diyar kirin ku dê bi hêzek mezin li kampanyayê xwedî derkevin û wiha gotin: “Dê azadiya Ocalan di serî de bibe azadiya kurdan û hemû gelên Rojhilata Navîn.”


‘Azadiya Apo azadiya Êzidiyane’


Ji Êzidiyên ku alîkariya kampanya îmzayan ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî despêkirin Nuhat Arab wiha dibêje: “Kesê alîkarî neda me. Kesê alîkarî neda Êzidiyan. Lê yên herî l ime xwedî derketin Serok Apo û YPG bûye. Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Em dixwazin Serok Apo azad bibe. Emê wê demê li gel Serokê xwe bi hev re bigihin azadiya xwe. Ew ji bom e hatin Şengalê canê xwe feda kirin. Hevalên YPG’ê hatin ji bo gelê Êzidî û çiyayê Şengalê şehîd ketin. Em weke hemû Êzidiyên li her çar aliyên cîhanê azadiya Apo dixwazin. Ji ber azadiya Apo azadiya hemû Êzidiyane.


‘Em di gelek aliyan de deyîndarê Serok Apo ne’


Ji hezaran Êzidiyên li kampanyeya îmzayan xwedî derdikevin Feysel Reco jî da zanîn ku ew azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwazin. Feysel anî ziman ku her kesê di kampa wan de dimînin îmza avêtine û wiha domand: “Azadiya Apo ji bo met ê wateya gelek tuştan. YPG’ê hemû gelê Şengalê rizgarkirin. Heger ne ji YPG’ê bana niha hemû gelê Şengalê dê di destê DAIŞ’ê debana. Ji ber wê ye em weke hemû gelê Şengalê azadiya Rêber Apo dixwazin.” Haydar Omer jî bilêv kir ku ji derveyî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kes li wan xwedî derneketiye. Haydar destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê û YPG’ê ew rizgarkirine û wiha berdewam kir: “Heger hevalên me yên YPG’ê nebana xelasiya me nebû. Dema ku Apo azadbibe emê hemû azad bibin. Dê ne tenê çiyayê Şengalê di heman demê de dê hemû kurd azad bibe. Dê wê demê çar aliyên Kurdistanê bibin yek.”


Dê Azadiya Abdullah Ocalan bibe azadiya Şengalê


Hamdiye Heydar ya 12 salî ku bavê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest daye jî destnîşan kir ku divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe û wiha dom kir: “Tenduristiya Serok Apo ji bom e gelek giringe. PKK’ê ji bom e gelek tuşt kir. Ez hêvîdarim dê demak kin Serok Apo bigihe azadiya xwe û din ava medebe. Dê wê demê azdiya Rêber Apo me gelek şanaz bike. Em gelek jê hez dikin.


Medîne Silêman jî ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wiha axivî: “DAIŞ’ê welatê me îşkal kir, em reviyan hatin vêderê. Jin û keçên me revandin. Em di çiyayan de bê xwarin û av man. PKK hat rêya me vekir  û em rizgar kirin. Şengal xira kirin, şewitandin PKK li hewara me hat. Em azdiya Rêber Apo dixwazin. Apo serokê meye, em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Azadiya Rêber Apo azadiya Şengalê û hemû Êzidiyane.”


(zt)