Li Rihayê ji navê Kurdistanê re qedexeyeke din
09:52
JINHA
RIHA - Bêtehemûliya li hemberî navê Kurdistanê vê carê li Wêranşarê derket holê. Mazlum û Songul Erol navê Kurdistan li zaroka xwe ya nû hati dinê kirin. Hat îdîakirin ku ji bo nasnameyê bigirin çûn midûriyeta nifûsê lê li wir rastî heqaretan hatin û nasname nedanê.
Herî dawî li navçeya Hîlwanê ya Rihayê welatiyên bi navê Yunus û Elîf Toprak ji ber navê zaroka xwe kirin Kurdistan derbarê wan de doz hatibû vekirin û dadgeha heremî biryara "Kurdistan nabe bila Helîn be" dabû û li ser vê yekê malbatê serî li Dadgeha Bilind da û biryar da xirabkirin û navê Kurdistan dabû erêkirin. Vê carê jî bêtehemûliya li hemberî navê Kurdistan li Wêranşarê derket holê. Songul û Mazlum Erol ên ku li taxa Şirnak a navçeya Wêranşarê ya Rihayê dijîn ji zaroka xwe ya 3 meh berê hate dinê re navê Kurdistan lê kirin. Songul û Mazlum Erol ligel mînaka qeyda nifusê girtin jî hêj nasnameya zaroka xwe negirtin e. Xebatkarên midûriyeta nifûsê 3 meh in malbatê mijûl dikin û herî dawî malbat dema ji bo nasnameyê çû midûriyeta nifûsê rastî heqeretan hat û ji wan hate xwestin ku nav biguherînin.
Xwestin navê Kurdistan biguherînin
Mazlum Erol diyar kir ku li cîhanê kurdan gelek nexweşî jiyîn û wiha got: "Min jî ji zaroka xwe ya nû hate dinê re navê Kurdistan lê kir. Min serî li Midûriyeta Nifûsê ya Wêranşarê da û min xwest nasnameyê derbixim. Navê keça min li nifûsê qeyd kirin û mînak qeydê ya nifûsê jî dan. Lê dema ez ji bo nasnameyê derbixim çûm her tim ji min re hin hincet derxistin. Herî dawî dema ez çûm karmendê nifûsê ji min re got, ew propagandeya PKK'ê dike û heqaret li min kirin û ez ji midûriyetê qewirandim. Ji min re got, 'navê keça xwe biguherîne hûn nikarin van binivîsîn'" Mazlum anî ziman ku nasnameyê ji keça xwe negire jî navê wê naguherîne.
'Ew ê Kurdistan bimîne'
Songul Erol jî wiha got: "Em ji keça xwe re navê Kurdistan danî. Divê bila nasname bidin û divê bila nedin. Dê navê wê her tim wisa bimîne."
Midûrê Nifusê yê navçeya Wêranşarê Faysal Turan jî derbarê îdiayên malbatê de got malbat rast nabêje û minaka qeyda nifûsê dane û lê ji ber nasnameya didin jina tunebûn heya niha nasname nedane.
(zt)

