Jin xwe di konbajaran de bi rêxistin dikin
10:06
JINHA
RIHA - Li navçeya Pirsûsa Rihayê di konbajarê Arîn Mîrkan di pêşengiya Navenda Koordinasyona Jinan a HDK'ê bi navê Konê Şehîd Sarya Bulut meclîsa jinan hat vekirin. Endama Navenda Koordinasyona HDK'ê Arzu Moca û berpirsyara Konê Şehîd Sarya Sîbel Bulut, Şemsê Mihemed diyar kir ku jin di hemû aliyan de xwe rêxistin dikin.
Li navçeya Pirsûsa Rihayê di konbajarê Arîn Mîrkan di pêşengtiya Navenda Koordinasyona Jinan ya HDK'ê bi navê Kona Şehîd Sarya Bulut meclîsa jinan hat vekirin. Der barê vekirina meclîsê de endama Navenda Koordinasyona HDK’ê Arzu Moca got ku demên berê de li Stanbolê bi navê ‘Kobanê li ber xwe dide û piştevaniya jina didome’ konek hatibû avakirin û her wiha konê ku li konbajarê Arîn Mîrkan hatiye avakirin jî berdewamiya vê xebatê ye. Berpirsyara Konê Şehîd Sarya Sîbel Bulut, Şemsê Mihemed jî axaftina xwe de balkişand ser jiyana jinê û anî ziman ku sedema vekirina konê di nava civakê de rêxistinkirina jinê ye.
Xebatên jinan ên taybet
Arzu anî ziman ku armanca wan bilindkirina piştevaniya jinên Kobanê, Tirkiyeyê ye û wiha got: “Wekî xebatkarên meclîsa jinên HDK’ê em dixwazin ku bi munasebeta vê konê koordînekirina xebatan û li gorî xwestekên wan em bi awayekê rêxistinî sererast bikin. Dîsa dewreyên xebatên siyasî, xebatên jinan yên taybet jî dê bên meşandin û bi vî awayî qadên taybet ji bo jinan dê werin vekirin.”
Arzu bilêv kirk ku jinên kobanê di nava şerde derketîne ew ê têkiliyên xwe germtir bikin û ev tişt got: “ Niha 4 makîneyên durînê hene. Ji ber ku şer li Kobanê heye jin di hinek aliyan de ji xebatan dur ketine. Em dixwazin jin bi van alîkariyan tevlî jiyanekê afirîner bibin.
‘Xebatên me yên jinan wê bidome’
Arzu got ku bi rêya vê xebatê gelek aliyan ve piştgiriyê didin jinên konbajaran û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “Niha li vir 4 makîneyê me yên durînê hene. Rêxistina jinên Stenbolê jî paketekî nû çêkiriye û di nava vê paketê de gelek xebatên taybet jî tên kirin. Pêwîstiyên jinan di nava vê paketê de hatine nişankirin û ji bo wan dibin bersiv. Ji vir şûnde bi tevlîbûna eniyên Tirkiyeyê yên cuda êdî her 5 rojan carek dê guhertina nobetan destpê bike. Xebatên me ji vir şûnde jî bi awayekî koordîne dê bi domin.”
‘Bi xebatên xwe em di nava şerde cih digirin’
Şemsê da zanîn ku li Kobanê mala jina hatibû avakirin û lê ew ê xebata xwe li vir jî bidomînin û wiha got: “Em dixwazin ku jin li vir jî bên cem hev pirgirêkên xwe, hem jî pirsgirêkên civakê çareser bikin. Her wiha şervanên me li eniyên şer de şer dikin, em jî bi van xebatan ve di nava wan de şer dikin."
Perwerdehiya ziman were dayîn
Şemsê got ku ji bo perwerdehiya jinan xebatên wan hene û di nava konbajarande gelek jin dixwazin zimanê kurdî zanibin. Em li aliyekê perwerdehiya ziman bidin hem jî gelek beşên din em ê jinan perwerde bikin.
‘Serkeftin a gelê kurd e’
Şemsê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesî kir ku bi wan re bibin alîkar û wiha got: "Pêwîstiyên em bi qumaş, cil û ber heye. Zarokên me hemû di nava şer de ne dewletên din ji me çi dixwazin? Wekî wan em jî mafên xwe dixwazin. Ji ber ku em xwedî mafîn serkeftin ya gelê kurd e."
(kom/zt)

