Çeteyên DAIŞ'ê bi hawanan êrîşî mizgeftê kirin
10:10
JINHA
KOBANÊ - Çeteyên DAIŞ'ê dema êrîşê li bajaran û gundan dike cihên pîroz ên gelan jî hedef digire û bi bombeyan hildiweşîne. Çeteyên DAIŞ'ê bi hawanan Mizgefta Şêx Sehan hilweşand.
Berxwedana dîrokî ya şervanên YPJ/YPG'ê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li Kobanê berdewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê her roj li Kobanê derbên giran dixwin û şervanên YPG û YPJ'ê roj bi roj pêşde diçin. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo modela jiyana azad a li Rojava têk bibin di bin navê "Cîhad" êrîş kirin lê negihiştin armanca xwe. Çeteyên DAIŞ'ê yên têkçûn û her roj li Kobanê derbên giran dixwin. Çeteyên DAIŞ'ê yên têk diçin bi hawanan êrîşî bajar dikin û vê carê jî bi hawanan mizgeftek hedef girtin.
Bi hawanan êrîşî mizgeftê kirin
Çeteyên DAIŞ'ê di êrîşên dikin sînoran nasnakin û li Kobanê vê carê mizgeftek hedef girtin. Çeteyên bi hawanan êrîş dikin beşek bajar veguherandine enqazê. Mizgefta Şêx Sehan a Kobanê jî para xwe ji êrîşên çeteyan girtiye. Mizgefta rastî êrîşên hewanan hat bi tememî xirab bûye.
(zt)

