Ji çar aliyê Ewrupa kurd diherikin Parisê
10:18
JINHA
PARIS - Bi wesîleya salvegera qetilkirina yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), endama KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) Kurdên li Ewropayê ber bi Parîsê ve diherikin.
Di serî li Fransa û Elmanya Kurd û dostên wan ên li gelek welatên Ewropayê yên weke Swîsre, Hollanda, Belçîka dijîn, bi wesîleya 2’yemîn salvegera qetillkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger ji bo meşa bîranînê hatin Parîsê. Duh bi şev, Kurdên bi otobus, wesayîtên taybet û Trênan ketin rê, ji danê sibehê ve li Gare du Nord kom dibin. Di çalakiya ku wê bi şîara, “Bêdengiya we ji Sûcdariya we ye” bê lidarxistin, bi pankarta, “Berî niha bi 2 salan 3 jinên Kurd Sara, Rojbîn û Ronahî îro jî Charlie Hebdo…” wê bimeşin.
Meş saet, 12:00’an li Gare du Nord wê destpê bike. Piştî meşa 2 kîlometreyan, girseya bigihêje qada mîtîngê, wê nêzî 10 hezar posterên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hilgirin. Di meşê de her wiha wê posterên xebatkarên kovara Charlie Hebdo yên 7’ê Çileyê hatin qetilkirin bên hilgirtin.
Li gel vê ji bo ewlekariya meşê ji aliyê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa jî ji hezarî zêdetir kes hatin wezîfedarkirin.
Mîtînga piştî meşê wê saet 13:30’î destpê bike. Wê mîtîng bi axaftina Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa Şukran Akdogan destpê bike. Di mîtîngê de li gel malbatên Cansiz, Dogan, Şaylemez, nûnerên saziyên Kurd û Fransiz, nûnera Partiya Sosyalîst a dethilatdar Julien Dray, Parlamenterê Ewropa yê Partiya Çep Patrick Le Hyaric jî wê beşdarî mîtîngê bibin û çavlirê ye biaxivin.
Li ser navê Dîwana Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta jî wê peyameke bi deng bişîne.
Jêder: ANF
(zt)

