Kobanê cihê çand û hunerê ye
10:26
JINHA
RIHA - Xebatkarê Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê Can Karyilan diyar kir ku navenda çand û hunerê ya Kobanê gelek dewlemende û wiha got: “ Di 19'ê tîrmehê de 'Xweseriya Domkratîk' hat îlan kirin, cara yekemîne ku dewlet ji sîstemê hat rakirin, dîsa yemîn care çanda xwe avakir."
Xebata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya 20 sala hişt ku îro li Rojava xweseriya demokratîk were sazoman kirin. Piştî bîhara Ereban aloziyên Rojhilata Navîn bi awayekî mezin kûr bibû û Bîhara Ereban bibû zivistana gelên Rojhilata Navîn. Di vê aloziyê de li Rojavayê Kurdistanê di bin bawerî û bîrdoziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de 3 kanton hatin avakirin. Gelê Rojava Kantonên xwe bi paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û azadiya jinê hat rêxistinkirin.
Destpêkê şoreşê
Xebatkarê Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê Can Karyilan (34) der barê xebatên Çand û Hunerê ya Kobanê de agahî dan û diyar kir ku Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê gelek dewlemende û wiha got: “ Di 19'ê tîrmehê de 'Xweseriya Domkratîk' hat îlan kirin, cara yekemîne ku dewlet ji sîstemê hat rakirin, dîsa yemîn care çanda xwe avakir. Ev tişt jî bû sedem ku hûnermendên ji derveyî welatê xwe dijîn li Kobanê bên cem hev û hûnera xwe di nava gelê xwe de, welatê xwe de bikin.”
‘Keyfxweşiyek mezine em li Kobanê hatin cem hev’
Can got ku berhevbûna hûnermendan di Kobanê de renginiyek gelek mezine û wiha got: “ Li Kobanê em bûn malek bi aliyê çandê, perwerdeyê, muzik û perwerdeya zarokan de. Di nava çand û hûnerê de em wekî xwîşk û birayan bûn û êdî em birîbûn malbat. Keyfxweşiyek mezine em li Kobanê hatin cem hev. Me ne dixwest ku em ji çand û hûnerê derbikevin. Ev ferasete jî ji ber ku ruhê me amade bû."
‘Ji ber ya niha li Kobanê huner qedexe bû'
Can der barê avakirina çand û hûnêrê got ku çanda xwe ne li ser bingehê hunermendên kurd ava kirine, li ser navên hunermendên xwe yên kurd avakiriye û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “ Me çanda xwe li ser navê hunermend Baxudo lê kir. Ji ber ya niha li Kobanê huner qedexe bû. Hunermendên kurd bi awayek veşartî huner dikir. Baxudo yek ji wan hunermendan bû. Nedikarî bi awayek aşkare hunerê bike û tembûrê lê bide. Bi awayekî veşartî diçûn malan, dengê xwe û bi tenê kemanekê hunera xwe di afirand û ji bo gelê kurd dibûn nameyek.”
Hunermendê Kobanê Baqî Baxudo
Can balkişand ser gotinên hunermend Baxudo û wiha got: “ Mînak, Baxudo çîroka Derwêş bi saz dibêje, çîroka memê di bêje û hunerek gelek bi rengî di afirîne. Ji ber wê jî me xwest ku navê çand û hûnera xwe jî bikin Baqî Baxudo. Di nava çand û hunerê de wan şano çêdikirin, gelek lîstik dilîstin û gelek xwendekarên wan hebûn."
‘Eger em vegerin Kobanê em ê carek din ava bikin'
Can bilêv kir ku dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî li ser Kobanê kir navenda çand û hunera Kobanê ket destê çeteyan de û çeteyan çand û huner wekî navenda xwe bikaranî. Şervanên YPG/YPJ’ê bi pêngava rizgarkirina Kobanê de navenda çand û huner rizgarkirin." Karayilan der barê rizgarkirina çand û hunerê de hestên xwe wiha anîn ziman: “ Bi fikire ku malek di xeyala te de heye û tu wê malê avadikî. Tu wê difikirî, dijî û her tiştê te di nava wê de tê afirandin ji ber wê çendê jî, bi rizgarkirina navenda çand û hunerê em gelek kêfxweş bûn. Ger em vegerin Kobanê emê carek din avabikin.”
'Gelê kurd bi çand û hunera xwe tê naskirin'
Can balkişand ser çand û hunera gelê kurd got ku kurd di aliyê hunerê de gelekî dewlemende. Can diyar kir ku gelê kurd herî zêde bi çand û hûnera xwe tê nasîn. Taybetiya di zelaliya dengê gelê kurd de tu aliyê cihanê tuneye. Em jî van taybetmendiyên xwe di zanin û gor vê çendê xebatên xwe di meşînin.”
‘Soza şervanan bandorekê mezin li ser min kir’
Can got ku dema ku şer û pevçûn li Kobanê dijwar bû min temaşe kir ku hemû heval hatine cem hev wekî komekî destê xwe di anîne ser yek û soz didin. Dibêjin ku ‘em soz didin ku Kobanê hemû bê standin, tenê 4 metre jî bimîne em ê di nava wê perçeyê de li berxwe bidin.’ Dema ku min ev tişte dît di bin bandora şervanên YPG/YPJ'ê de mam."
Can anî ziman ku dema ku keç û xortên kurd çek rakirin, min çavên gelek hunermenda de rondik dît û gelek gotin bihistin û wiha got: "Hunermendek hebû Siyamend, dema ku behsa şervanên YPJ/YPG’ê dihat kirin bi her du çavan digiriya û di got ‘kanê hunermendên cihanê? Kanê hınermendên her tim saz lê didin? Li hemberî Kobanê hûn çima ewqas bêdengin? Ji derveyî hunermendan kî dikare vî şerî li cihanê xelas bike?’ bi rastî jî hunermend Siyamend pir xweş aniye ziman ez jî herî dawî dibêjim ku ziman ji hunermenda re tuneye. Hemû hunermendên cihanê bila li hemberî vê zilma li ser kurdan û Kobanê were rawestin.”
(kom/zt)

