Mîhecana kurtefîlmên kurdi ya Yilmaz Guney berdewm e
10:39
JINHA
ÊLIH - Nîşandana kurtefîlmên kurdiyên mîhrcana Yilmaz Guney berdewam dike. Mîhrcan rastî elaqeyek mezin ya sînemahezan tê.
Mîhrecana Kurtefîlmên kurdiya Yilmz Guney ya ku dibin banê Şaredariya Êlihê de hatiye orgenîzekirin, ji 6’ê çile destpêkiriye û dê heya 11'ê çile berdewam bike. Di roja 3 emîn de filîmên bi navê Tirsa Bimre’ a ku derhunerê wê Pervîz Rustemîiye, Andes Apartmants fîlmê derhêner Tofigh Amanî, fîlmê bi navê Li Ezmên ê Ozlem Guler, Nar Zemani yê derhênerê wê Cevahîr Çokbilir û fîlimê bi navê Xêz yê Eylem Esen li Salona Sînemê ya Yilmaz Guney hatin pêşindan.
'Fîlimên Sensûrkirî'
Herwiha belgefîlmê ku ji aliyê Reyan Tuvi ser têkoşîna gel li parka Gezeyê çêkiribû hat pêşandan. Naveroka belgefîlim derbarê bûyerên parka Geziyê, helwesta dewletê li hemberî wan çalakiyan e. Ev belgesel ji ber navroka xwe di mîhrecana fîliman ya ku ji aliyê dewlerê ve tên oregenîzekirin sensûr bû. Cara yekem li mêhrîcana Yilmaz Guney hat pêşindan. Piştî belgefîlm gotûbêjek derbarê filmên ku tên sensûrkirin de hat li darxistin. Beşdarê gotûbêjê Reyan Tuvî û Elîf Ergenzen bûn. Beşdaran diyar kirin ku helwesta dewleta tirk li hemberî çand û hunerê jî helwesteke siyasî ye. Beşdaran destnîşan kirin ku her sal bi dehan fîlim di mîhrecanên sînemayan de tên sansûrkirin û wiha axivîn: " Huner ser nirxên çivakîêtên avakirin. Bûyerên civakê zindî dihêlin, lewra dewlet hewil dide ku hunerê bin çavdêriya xwe de bide girtin. Yek ji hewldanên wan yên ku Hunera zelal asteng bikin ' Sansûrkirina fîliman e'."
Di dawiya roja 3'emîn defîlmê bi navê " Bizim Hoca" bi beşdariya sedan welatiyan hat pêşandan.
(Şh-za/zt)

