Li Mexmûrê ji bo 3 siyasetmendarên jin bîranîn

10:58

 


JINHA


MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a  Rustem Cudî ji bo sê jinên şoreşger mîtîngek bîranînê hat lidarxistin.


Li Wargeha Penaberan a Rustem Cudî (Mexmûr) ê  bi boneya salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku 9'ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin mîtînga bîranînê hat lidarxistin.


‘Di jiyana Sara de Mexmûr her tim hebû’


Li Qada Çand û Hunerê a Wargehê bi tevlîbûna şêniyên wargehê pêk hat. Di mîtîngê de birayê Sakîne Cansiz  Metîn Canziz axivî. Metîn Cansiz gelê Mexmûr silav kir û wiha axivî: “Gêlê Mexmûrê, yê bi rûmet û egîd, ên jiyan ji tinebûnê ava kirin, ez ji Dêrsimê têm. Min silavên gelên Dêrsimê, silavên wî bajarên pîroz ji we re anî. Min ji we re silavên Sakîne anî, min ji we re silavê şehîdan, silavên şervanan anîn û we hemûyan silav dikim.”


Her wiha Metîn got ku ew di dilê gelê Mexmûr de û çavên wan hemûyan de wan rêhevalan dibîne û wiha axivî:  "Sara dibînim. Ev min pir kêfxweş dike. Yên ku me didin jiyandin şehîdên me ne. Ez bi vê pir bawer dikim ku xeyalên wan pêk tê. Ez bawer dikim ku em wê rojekê li ser axa welatê xwe bi wan şehîdên xwe re bên gel hev. Di serî de baweriya Sara bi vê hebû, ez baş dizanim ku li gel we hemûyan bîranînek Sara heye. Raste ez birayê wê me, lê ez dizanim ku hûn hemû xwîşk û barayê Sara ne, hûn dayik û bavê Sara û zarokên Sara ne, ciwanên Sara ne. Ji ber ku Sara pir ji we û Mexmûr hez dikir. Di jiyana Sara de Mexmûr her tim hebû. Ez jî baş dizanim ku hûn ê ti carî Sara û şehîdan ji bîr nekin. Ez we hemûyan bi rêz û heskirin silav dikim.”


‘Ew ji bo me hêzeke manewî bû û sembola berxwedana Zîndana Amedê bû’


Piştî axaftinên Metîn Cansiz endama Meclîsa Îştar  Zelal Sêrt axivî. Sêrt di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew careke din di şexsê her sê jinên şoreşger de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr tînin.


Zelal di berdewama axaftina xwe de got: “Her tim hêzên deshilatdar, li dijî pêşengên tevgera azadiyê ne, xwedî zîhniyeteke komploger in. Herî dawiyê li Fransa ku dibêje ez cihê ronakbiriyê me, cihê ku dibêje ku ez warê demokrasiyê me, parastina mafê mirovan im, lê di rastiyê de careke din rûyê xwe yên reş da diyarkirin. 9’ê Çileyê qetilkirina her sê hevalên me yên jin, weke berdewamkirina komploya navneteweyî ye. Hevala Sara di despêka avakirina PKK’ê de tevgera wê despê kiriye. Ew gel Rêber Apo bû, pêşenga tevgera azadiyê bû. Ew ji bo me hêzeke manewî bû û sembola berxwedana Zîndana Amedê bû.”


Mîtîng bi dirûşmên, “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” “Bêdengiya we, ji hevkariya we ye.” bi dawî bû. 


(zt)