Li derdora dibistana Reş ya Kobanê êrîşên çeteyan hatin şikandin

11:09

 


JINHA


KOBANÊ – Di  berxwedana şervanên YPG’ê li devera dibistana Reş û taxên derdora Miştenûrê yên bajarê Kobanê de bêtirî 26 çeteyan hatine kuştin û cenazeyê 6 çeteyan jî di destên şervanan de ne.


Li gorî agahiyên hatin girtin şevê din çeteyên DAIŞ’ê li başûrojhilatê bajarê Kobanê li derdora dibistan Reş êrîş kirin di encamê de şer û pevçûn derketin, êrîşa çeteyan hate şikandin  û di pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û cinazeyekî çeteyan jî di destê şervanên YPG’ê de ye.


Ji aliyê din jî  çeteyan li taxên derdora Miştenûr êrîşeke pêk anîn. Ev êrîş jî ji aliyê şervanên YPG’ê ve hat şikandin. Di encama pevçûnê li van deveran rû dane de 25 çete hatin kuştin. Cinazeyê 5 çeteyan di destê YPG’ê de ye.


(zt)