8'emîn Konferansa DOKH'ê dest pê kir
11:33
JINHA
AMED - 8'emîn Konferansa DOKH'ê ya ji bo stratejiya têkoşîna serdema nû û rêbaza rêxistinê derbixe holê bi tevlîbûna sedan delegeyan bi coş dest pê kir. Konferans diyariyî 3 jinên kurd hate kirin û 2 rojan berdewam bike.
8'emîn Konferansa Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) li Navenda Çandê ya Ciwanan a Cegerxwîn bi tevlîbûna sedan delegeyan dest pê kir. Di salona konferansê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Arîn Mîrkan, Sîbel Bulut û Kader Ortakaya, pankarta "Bi xwîna jinê di riya Sakîne û Arîne de em ber bi azadiyê ve dimeşin" hatin daliqandin.
Di konferansê de ligel 300 delegeyan parlamenterên HDP'ê Nursal Aydogan, Ayla Akat Ata, Gulser Yildirim, Mulkiye Bîrtane, Sebahat Tuncel, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û hin hevşaredarên jin tevlî bûn. Konferansê bi rêzgirtin û xwendina sirûda "Ey Reqîp" dest pê kir û pişt re dîwan hate hilbijartin. Pişt re sînevîzyona têkildarî Komkujiya Parîsê de hatî amadekirin hate pêşandin.
Ji ber Hevseroka DBP'ê Emîn Ayna û Ceylan Bagriyanik tevlî konferansê nebûn axaftina vekirina konferanê dê ji aliyê Sebahat Tuncel ve bê kirin.
(zt)
