Ji Kobanê re silava roja 118'emîn
11:49
Çile
10
/ 2015
JINHA
RIHA - Welatiyên ku li gundê Mehser û Miseynterê yên li sînorê Kobanê nobetê digirin, berxwedêrên Kobanê yên ev 118 roj in li ber xwe didin silav kirin.
Berxwedana li diji çeteyen DAIŞ'ê ya li Kobanê bi pêşengiya şervanên YPG û YPJ'ê de pêş dikeve di roja 188'emîn de bi operasyonên paqijkirinê ve didome. Li gundên Mehser û Miseynter ên li sînor jî çalakiyên nobeta berxwedanê jî bi çoşeke mezin didome. Bi sedan welatiyên li gundên Mehser û Miseynterê hatin ba hev bi zincîra mirovan ve berê xwe dan Kobanê û berxwedan silav kirin.
(zt)

