Li Mexmûr Waadê û Xalid ê şer bi giranî berdewame
12:30
Çile
10
/ 2015
JINHA
KERKÛK - Çeteyên DAIŞ’ê berî kêliyekê êrişî hêzên kurdî yên li nêzî gundê Xalidî û Waadê yên girêdayî navçeya Daqûq a Kerkûkê kirin û hêzên kurdî jî bi tundî bersiv dan.
Li gorî agahiyên hatine girtin çeteyên DAIŞ’ê berî kêliyekê li gundê Xalid û Waadê yên Daqûqê êrişî hêzên kurdî yên li wir kirin. Gerîlayên HPG, YJA-Star û pêşmergeyan bersiva êrîşên çeteyan didin û şer niha jî didome.
Li gundên Guwêra Mexmurê, Xalid û Waada Daqûqa Kerkûkê şer bi dijwarî berdewam dike.
(zt)
