Ceylan Bagriyanik: Emê tekişînê bilind bikin
13:35
JINHA
AMED - Axaftina vekirinê ya Kongera Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê ji aliyê Ceylan Bagriyanik ve hat kirin. Ceylan diyar kir ku ew ji bo pergala tayîbet û xweser hevsengiya jinan diparêzin û got: “Ji bo berdewamkirina xeyalên Sakine, Fîdan û Leyla em li vêderêne. Em ji her demê zêdetir nêzî azadiyêne. Yê ku ev derfet ji bom e avakiriye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane. Em silavên bê dawî jêre dişînin.”
8'emîn Konferansa Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) li Navenda Çandê ya Ciwanan a Cegerxwîn bi tevlîbûna sedan delegeyan dest pê kir. Di salona konferansê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Arîn Mîrkan, Sîbel Bulut û Kader Ortakaya, pankarta "Bi xwîna jinê di riya Sakîne û Arîne de em ber bi azadiyê ve dimeşin" hatin daliqandin. Di konferansê de ligel 300 delegeyan parlamenterên HDP'ê Nursal Aydogan, Ayla Akat Ata, Gulser Yildirim, Mulkiye Bîrtane, Sebahat Tuncel, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û hin hevşaredarên jin tevlî bûn. Konferansê bi rêzgirtin û xwendina sirûda "Ey Reqîp" dest pê kir û pişt re dîwan hate hilbijartin. Pişt re sînevîzyona têkildarî Komkujiya Parîsê de hatî amadekirin hate pêşandin.
‘Ji bo xeyalên Sakine, Fîdan û Leyla me li vêderêne’
Ser navê DOKH’ê axaftina vekirinê ji aliyê Ceylan Bagriyanik ve hat kirin. Ceylan bi silavkirina hemû delegasyon, dîwan û xebatkarên çapemeniyê silav kir. Ceylan balkişande ser giringiya konferansê di meha çile de û diyar kir ku ew carekedinê qetilkirina Sakine Fîdan û Leyla şermezar dikin û di kesayeta sê jinan de li heberî kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe jidestdane soza xwe dubare dikin. Ceylan da zanîn ku roja 9’ê Çile yek ji rojên jin ji bîr nakin û nadin jibîr kirine. Ceylan destnîşan kir ku ji bo xeyalên Sakine, Fîdan û Leyla bidin jiyandin li hev kombûne. Ceylan anî ziman ku ji her demê zêdetir şert û mercên azadiyê nêz bûne û wiha axivî: “Em yê ev şert û merc ji bom e avakirî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav dikin.”
‘Pergala taybetî û xweseriya jinan li her derê dan avakirin’
Ceylan YPG û YPJ yên li hemberî êrîşên hêzên deshilatdar şer dikin silav kir û got: “Çawan jin dikarin xweseriya demokratîk avabikin nîşanî her kesê dan. Dê rêveberiya xweseriya demokratîk ya gelan jî avabikin. Ji ber wê jî şoreşa Rojava şoreşa jinane. Carekedinê dibêjim divê hem hemû li şoreşa Rojava xwedî derkevin.” Ceylan bilêv kir ku dê li hemû qadên xebatê pergala tayîbet û xweser avabikin.
‘Divê em bi xweşikbûn û azadbûnê mezin bibin’
Ceylan derbirî ku dema ew dibînin hêviyên jinên cîhanê ji wan hene carekedinê jî mezinbûna wan radikeve ber çavan. Ceylan bilêv kir ku dê bi awayê xwe bigihînin hemû kesîmên civakê xebatên xwe berdewam bikin. Ceylan gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên “Di rê dene em adi rê dene” bibîr xist û anî ziman ku dê bi xweserbûnê xweşik bibin û wiha domand: “Em soza bilindkirina tekoşînê heya girhiştina hevalên xwe yên li çiya û girtîgehan tekoşînê dikin û heya gihiştina Rêbertiya xwe berdewam kirinê didin.”
‘Qirkirina Parîsê ser tevgera jinên azad pêkhat’
Paşê jî Hevseroka Giştiya HDK’ê Sebahat Tuncel axivî. Sebahat diyar kir ku qirkirina di dîroka 9’ê Çile ya 2013’an de di kesayeta tevgera jinên kurd de qirkirinek ser tevayî tevgera jinên azadbû. Sebahat da zanîn ku piştî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dest bi hevdîtinan hat kirin hema piştî wê ev qirkirin hati kirin û got: “Weke qirkirina Dêrsim ya duyem bi navkirina wê ne valaye. Hevalên Sakîne niha di berxwedana Kobanê de li ber xwe didin. Ji Sakîneyan heya Arîn Mîrxanan silav ji bo wan. Dê ev tekoşîn berdewam bike. Lê her çuyînek wendabûneke. Cihê her 3 hevalên me cudabû nayê dagirtin. Ew di tekoşîn û dilê me de dijîn. Emê bi tekoşîna wan gavek zêdetir pêşde biçin.” Sebahat bi boneya 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Cîhanê Deniz Firat ya li Mexmûrê dema nûçe dişopand ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatî qetilkirin û rojnamegerên li Chrlie Hebdo hatine qetilkirin bibîranîn.
‘Em jin emê barajê hilweşînin û derbas bikin’
Sebahat balkişand ser giringiya weke partî ketina HDP’ê ya hilbijartinan û wiha domand: “Em jin emê barajê hilweşînin û derbasbikin. Emê hişmendiya deshilatiya mêran jî bi erdê re bikin yek.” Sebahat anî ziman ku ev du doneme ew di parlementoyê de êdî zimanê parlementoyê jî dane guhertin. Sebahat destnîşan kir ku divê weke DOKH ji konferansê ji bo hilbijartinê jî biryarên giring derkevin. Di dawiyê de Sebahat anî ziman ku ji bo hilweşandina pergala deshilatiya mêran divê zêdetir xebatên bi hêz bên kirin.
Piştî axaftina vekirinê konferas ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
(zt)

