Jinan ji bo Şengal û Rojava konê kermesê danî

14:37

JINHA


ÊLIH - Yekîtiya Jinên Saziyên Civakên Sivîl ya Êlihê bi munasebeta alîkarî û piştevaniya bi zarokên Şengal û Rojava yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê necar man ku cih û warê xwe bi terikînin û li konbajaran cih bibin konê kermesê vedan.

Yekîtiya Jinên Saziyên Civakên Sivîl ya Êlihê bi munasebeta alîkarî û piştevaniya bi zarokên Şengal û Rojava yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê necar man ku cih û warê xwe bi terikînin û li konbajaran cih bibin konê kermesê vedan. Konê Kermesê ya ku ji aliyê jinan ve li ber avahiya Sinemeya Yilmez Guney hat vedan ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyeke mezin tê. Amûrên wek keda destan, xwarin, pirtûk û hwd yên bi destê endam û xebatkarên saziyan ên jina hatine çêkirin pêşengeha gelê Êlihê kirin. 

Li ser navê komê Gulhan Oktay diyar kir ku armanca vekirina kermesê ew e ku ji bo pêwistiya jinên Şengal û Rojava re bibin dengek û got ku ew wek jinek zehmetiyên ku jin dijin baş fêm dikin û dixwazin alikariya wan bikin. 

Hêjayî gotinê ye ku konê kermesa jinan heya 3 rojan vekiribe û li benda alikariyê ye.

(şh-za/zt)