Meclîsa Ekolojiyê ya Êlihê civina xwe li pêkanî
08:48
JINHA
ÊLIH - Komeleya Ekolojiyê ya Êlihê ku dibin sêwana KCD'ê 1'emîn civîna xwe ya asayî li dar xist.
Komeleya Ekolojiyê ya Êlihê ku dibin sêwana KCD'ê 1'emîn civîna xwe ya asayî bi tevlîbûna xwezaparêzan li dar xist. Civîn li salona Şaredariya Êlihê bi tevlîbûna MAZLÛM-DER'ê, Seroka Endamên Meclîsa DBP'ê Emîne Aslan û endamên meclîsa DBP'ê, Şaredariya Êlihê, HDP, endamên Komeleya Ekolojiya Êlihê û gelek endezyarên xwezayê pêk hat. Li cihê civinê pankartên li ser "HES êdî BES", "Em ji bo têkoşîna ekolojiyê yekparin" û "Ji yekîtiya betonê re na" nîvisî hat daliqandin. Civin bi rêzigirtinê dest pê kir.
Destûr nadin talan kirina xwezayê
Di civînê de endamê koma komelaya Buka Baranê ya Êlihê Mîraz Rûspî axaftinek kir û diyar kir ku bi salan e xweza û erdnîgariya mezepotamya yê bi destê dagirkeran bi çêkirina HES û bendavan tên wêran kirin. Mîraz anî ziman ku ew weke parazvanê ekolojiyê tu carî destûr nadin wêran kirian xwezayê û heya dawiyê dê li hember wêran kirinê tekoşîn bikin.
Piştî axaftina Mîraz Nûnerê Meclîsa Ekolojiya KCD'ê ya Qarsê Îlhan Kocuk jî anî ziman ku li dijî polîtîkayên wêran kirinê xwezayê pêwîste gelê mezepotamyayê xwe bi rêxistin bikin. Îlhan di dawiya axaftina xwe de derbirî ku dê ji bo aborî û rizgarîkirina civakê dest bi xebatan bikin.
Civin bi pirs û bersivan dewam kir.
(şh/zt)

